Talîbanê pêşniyara Trump a vegerandina baregeha Bagramê red kir

Talîbanê pêşniyara Trump a vegerandina baregeha Bagram a bakurê Kabulê red kir. Talîbanê diyar kir ku deriyê diyaloga siyasî û aborî vekirî ye.

Talîbanê pêşniyara Trump a vegerandina baregeha Bagramê red kir
19 îlon, 2025   22:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Talîbanê pêşniyara serokê Amerîkayê Donald Trump a vegerandina baregeha hewayî ya Bagramê ya bakurê Kabulê ya Afganistanê red kir. Di heman demê de Talîbanê amadebûna xwe ji bo diyaloga siyasî û aborî bê ku têkiliyên leşkerî hebin,   diyar kir.

Berî wê Trump pêşniyar kiribû ku baregeha leşkerî ya Bagramê ya ku berê Amerîka jê vekişiyabû, vegerîne.

Girêdayî wê Talîbanê diyar kir ku Afganistanê tu caran di dîrokê de hêzên biyanî qebûl nekirye.

(mh)