ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9-3-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9-3-2024
9 adar, 2024   02:00

Şaredariyên kantona Dêrazorê gelek projeyên xizmetguzariyê bi dawî kirin; torên ava vexwarinê guhartin, stasyonên avê hatin tamîrkirin.

Hunermendê navdar Mihemed Şêxo ku di temenekî ciwan de jiyana xwe ji dest da, ev 35 sal in bi awazên di civaka Kurde dijî. Di salvegera 35’an a koça dawî de dengê strana wî ya bi nave “Bê Xebat” olan dide.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê li ser jinûve sererastkirina depoyên navçeya Til Hemîsê dixebite da ku cotkar genimê xwe careke din depo bikin.

Mirov dikare bi hêsanî bibîne çawa bûyerên siyasî û ewlekarî ji 7'ê Cotmeha borî ve bandor li pergala cîhanê kirin. Di dema ku DYAˊyê hişyarî dida Rûsyayê ku şerê xwe li dijî Ukraynayê rawestîne û Vladimir Pûtîn wek sûcdarekî şer bi nav kir de, ew li hember komkujiyên li Xezayê û yên li dijî gelê Filistînê bê deng ma.

Çalakvanê siyasî yê Siwêdayê, parêzer Adil El Hadî diyar kir ku hikumeta Şamê hewl dide bi hemû rêbazan xwepêşandanan bi dawî bike, lê belê xwepêşandêr bi îsrar in tevgera xwe li kolanan bidomînin û hewl didin vê tevgerê bi pêş bixin û rêxistin bikin, lê belê ji bo vê yekê gelek zehmetî hene.

Rêveberiya kampa Holê geryana penaberên iraqî ji kampa Holê pêk tîne û vedigerîna Iraqê. Di vê geryanê de 159 malbat hene û dê saet 14:00ˊan dest pê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Çandê ya kantonê û çalakger serdana gora hunermendê Kurd Mihemed Şêxo ya li goristana Hîlaliyê dikin, saet 14:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê bi boneya salvegera wefata 35ˊan a hunermend Mihemed Şêxo çalakiyekê li dar dixe, saet 17:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)