ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9-1-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9-1-2023
9 ÇILE 2024   02:00

"Eşq tê wateya baweriya bê merc, hezkirina pak, girêdana bêberamber. Çîroka Sakîneyê eşqeke ku zanîna kûr ya danûstandina bi heqîqetê re dihewîne, eşqeke bi birînan çêbûye." (BI WÊNE (

Hevdîtina li gel Rêber Abdullah Ocalan jiyana Xelîl Hemo guhert ku têkildarî wê hevdîtinê dibêje: "Dema Rêbertî ji me re axivîn, behsa welatparêziyê kir û gotinên wî giyanê berxwedanê  di me de çand." (BI WÊNE Û DÎMEN(

Şêniyên deverên di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de destnîşan kirin ku siyasetên guhartina demografiya herêmên wan û koçberkirina şêniyan didomin û gotin: "Yên ku projeya Osmanî berî 400 sal têk bir dê îro neviyên wan serkeftinên mezin pêk bînin û projeya neviyên Osmaniyan têk bibin." (BI WÊNE Û DÎMEN(

Rêveberiya Xweser bi derman û amûrên tenduristiyê piştgiriya Komîteya Tenduristiyê ya kantona Dêrzorê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN(

Kongra Star a Helebê ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Parîsê ya Yekemîn meşekê li rojavayê taxa Şêxmeqsûd li dar dixe saet di 11:00`an de. Li Kobanê şênî ji Qada Jina Azad a bajêr dest bi meşê dikin saet di 11:00`an de. Li Qamişloyê jî meş ji çerxerêya Osman Sabrî dest pê dike saet di 11:00`an de, li navçeya Fafînê ya Şehbayê meş saet di 11:00`an de, li Hesekê jî saet di 10:00`an de dest pê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN(

Şêniyên kantona Firatê tev li merasîma oxirkirina karmendê di êrişa li ser Şengalê de şehîd bûye dibin saet di 14:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN( 

ANHA