ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8-3-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8-3-2024
8 adar, 2024   02:00

Li erdnîgariya Rojhilata Navîn û bi taybet li Kurdistanê têkoşîn û xebat bi roj an dîrokekê re sînordar nîn e. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û bandora wê li kêleka çanda mêrsalar û olê jiyana neteweyên bindest û bi taybet jinan, bi zehmetiyê re rû bi rû hiştiye. Di rewşeke ku çanda bi serweriya mêran bi avayên cuda xwe ji nû ve ava dike û di dewlet, saziya malbat û zewacê û dezgehên ragihandinê de xwe nîşan dide, pêwîstî bi têkoşîneke çendalî xwedî bername û nexşerê heye. (BI WÊNE)

Jinên çalakvan ên sûriyeyî diyar kir di aloziyê de berpirsyariyên mezintir dikevin ser milê jinan û got “Em ezmûna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li herêmên xwe pêk bînin." (BI WÊNE)

8`ê Adarê ji bo jinan li kantona Tebqayê, rojeke taybet e ku bi rêya wê sûcên qirkirinê yên li dijî jinan aşkera dikin û li hemberî wan sûcan têkoşîn û berxwedanê mezin dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şervanên Hêzên Cebhet El Ekrad ên li eniyên gundewarên Minbicê destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl da bikevin herêmê, lê çeteyan derbên giran xwarin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Helbestan ezber dike û wan xweşik dibêje. Mihemedê biçûk dixwaze bigihêje di helbestên erebî de bibe pispor û hewl dide bala her kesî bikişîne ser xwe.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

Aliyên siyasî nikarîbû krîzên Lubnanê çareser bikin. Di encamê de krîzên siyasî, jiyanî, aborî, ewlekarî û civakî kûrtir bûn. Ev jî dihêle Lubnan ber bi rewşeke aloztir ve biçe. Her wiha dihêle baweriya welatiyan bi dewlet û saziyan kêm bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi diruşma ˊBi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibinˊ çalakiyên 8ˊê Adarê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar dikevin. Li Şehbayê çalakî bi meşeke girseyî bi beşdariya jinan li dar dikeve, saet 10:00ˊan, li Hesekê li benda bakur çalakî li dar dikeve, saet 10:00ˊan, li gundê Dirêcik ê Tirbespiyê ya kantona Cizîrê çalakiyeke girseyî li dar dikeve, saet 11:00ˊan, li kantona Firatê çalakiyek li daristana Kobanê ya li aliyê rojavayê bajêr li dar dikeve, saet 12:00ˊan, li Reqayê li Yarîgeha Beledî çalakiyek li dar dikeve, saet 13:00ˊan, li Tebqayê jî li Yarîgeha Yekitiya Werzîşê çalakiyek li dar dikeve, saet 13:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

ANHA