ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8-2-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8-2-2025
8 sibat, 2025   02:00

Rêber Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe yên têkildarî komploya navneteweyî de, balê dikişîne ser hêzên ku rola wan a sereke heye. Rêber Abdullah Ocalan diyar dike ku komplo beşek ji siyaseta hêzên hegemonîk-kapîtalîst ên bi serêkêşiya DYA, Îsraîl û Ewropayê bû. (DOSYA)

Berxwedana pêkhateyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Bendava Tirşînê mehek li pey xwe hişt. Ji bo parastina bendavê 24 kes şehîd bûne û zêdetirî 200 kes jî birîndar bûne. BI WÊNE Û DÎMEN

Çalakgerên li Bendava Tişrînê peyamên "Bendav bendava me ye, berdêl çi dibe bila bibe em dest jê bernadin", "Em nahêlin Erdogan û çeteyên wî xeyalên osmanî pêk bînin" û "Em li dijî êrişan yek in" dan. BI WÊNE Û DÎMEN

Hevseroka TEV-DEM’ê Remziya Mihemed şehîd Hêva Erebo bi bîr anî û destnîşan kir ku ew jineke azad bû û got jinên pêşeng li Kurdistanê ji ber xebatên xwe tên hedefgirtin. BI WÊNE Û DÎMEN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji tirsa ku ji bo şerê dewleta Tirk ê li dijî QSD’ê werin bikaranîn, tevî malbatên xwe ji Efrîna dagirkirî direvin. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Şedadê, bi merasîmekê cenazeyê şehîd Mihemed Hemed El Selal oxir dike û ji bo şehîd Mihemed Ukle Ibrahîm jî merasîme xiyabî lidar dixe. Li mezara şehîdan li bajarê Şedadê, saet: 12.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Qamişo, bi merasîmekê cenazeyê şervanên QSD`ê Welat Êriş, Mihemed Cimo oxir dike, li mezara şehîda Delîl Saroxan li bajarê Qamişlo, saet; 12.00. BI WÊNE Û DÎMEN