Berxwedana gel a li Bendava Tişrînê mehek li pey xwe hişt

Berxwedana pêkhateyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Bendava Tirşînê mehek li pey xwe hişt. Ji bo parastina bendavê 24 kes şehîd bûne û zêdetirî 200 kes jî birîndar bûne.

8 sibat, 2025   03:50
KOBANÊ
DÎCLE EHMED

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 8`ê Kanûna 2024’an ve êrişên xwe li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê zêdetir kirine. Di encama êrişan de ku balafirên şer, yên bêmirov ên biçek, obîs, moşek û tank û hawan tê de têne bikranîn, zirarên mezin gihaştin laşê bendavê. Berdewama êrişan jî metirsiyên hilweşîna bendavê û rûdana karaseteke mirovî û jîngehî çêdikin. Lewra gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê ji bo parastina bendava ji hilweşîne û nîşandana dijbertiya xwe ya li hemberî êrişan ji 8’ê Kanûnê ve nobeta parastina bendavê digirin. Heya niha ji kantona Firatê 4 karwanên gel, ji kantonên Tebqa, Reqa û Dêrazorê 3 karwan û ji kantona Cizîrê jî 6 karwan nobeta parastina bendavê dewr girtine.

ZÊDETIRÎ 10 HEZAR KES TEV LI NOBETÊ BÛNE

Karwanê yekemîn ê gel ê 8’ê Çileyê berê xwe dabû bendavê, ji zêdetirî 5 hezar kesî pêk dihat. Karwanên din jî ji 300-400 kesî pêk dihatin.

DI BERXWEDANA LI BENDAVÊ DE 24 ŞEHÎD, 200 BIRÎNDAR

Dewleta Tirk a dagirker gelek komkujî li dijî karwanê gel ê ji bo nobetê diçû Bendava Tişrînê kir. Di encama komkujiyan de 24 şênî şehîd bûne.

8’Ê ÇILEYÊ

8’ê Çileya îsal dewleta Tirk a dagirker karwanê sivîl ê ku ber bi Bendava Tişrînê ve diçû, bombebaran kir. Di encamê de Zozan Hemo, endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Kerem Ehmed El Şihab El Hemed, Azad Ferhan Mihemed Hesan, Mistefa Ebdî, Osman Îbrahîm, Elî Ebas Şaşo şehîd bûne.

15’Ê ÇILEYÊ

15’ê Çileyê de jî dewleta Tirk a dagirker careke din bombe li nobedarên bendavê barand. Di encamê de xebatkarê tenduristiyê Omer Hesen, Hêza Mihemed û hevjînê wê Edhem Mistefa Elî, Osman Îbrahîm û xwendekara bi navê Ronîza Mihemed Elî şehîd bûn.

16’Ê ÇILEYÊ

Di bombebarana 16’ê Çileyê ya li dijî karwanê sivîlan ê diçû bendavê de şêniyê bi navê Mihemed Qamso şehîd bû.

17’Ê ÇILEYÊ

17’ê Çileyê dewleta Tirk a dagirker careke din karwanê gel ê diçû bendavê bombebebaran kir. Di bombebaranê de xebatkarên tenduristiyê yên bi navên Mahir Cafer Mihêmîd û Mihemed Hiso şehîd bûn.

18’Ê ÇILEYÊ

Di bombebarana roja 18’ê Çileyê ya li dijî nobedarên bendavê de, şêniyên bi navên Ekrem Şêx Hisên Rexo, sporvan Kêfo Osman, hevseroka Nivîsgeha Qamişlo ya PYD’ê Menîce Heyder, endamên Meclisa Bajarê Qamişlo Muzefer Remedan, Mihemed Ebdulqadir Îbrahîm û şangor Bavê Teyar (Cuma Îbrahîm Xelîl) şehîd bûn.

21’Ê ÇILEYÊ

Dewleta Tirk a dagirker 21’ê Çileyê careke din li nobedarên Bendava Tişrînê dan. Di encamê de jina bi navê Hezna Ebdî û şêniyê bi navê Mihyedîn Hisên Omer şehîd bûn.

22’Ê ÇILEYÊ

22’ê Çileyê nobedarên parastina Bendavê careke din hatin hedefkirin. Di encamê de welatiyê bi navê Mihemed Şefîq Îsmaîl şehîd bû.

25’Ê ÇILEYÊ

25’ê Çileyê dewleta dagirker li çalakgerên bendavê da û ciwanê bi navê Mihemed Xelîl Hemo qetil kir.

26’Ê ÇILEYÊ

26’ê Çileyê di saetên nîvro de balafireke bê mirov a bi çek a dewleta dagirker bombe li nobedaran barand, di encamê de zêdetirî 34 kes birîndar bûn.

240 BIRÎNDAR

Di êrişên li ser nobedarên bendavê de, 7 jê rojnamevan, hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hec Elî û cîgira hevserokên Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Hemrîn Elî jî di nav de zêdetirî 240 kes birîndar bûn.

’DEMA EM DIÇÛN BENDAVÊ ME PEYAMA AŞTIYÊ BIRIBÛ’

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa ku gelek caran beşdarî çalakiya nobeta Bendava Tişrînê bûye li ser girîngiya bendavê axivî û got "Bendava Tişrînê xizmeta sûriyeyên ji Helebê heya Dêrazorê dike. Her wiha xeteke navendî di navbera Bendava Tebqa û Bendava Mensûra de  ye. Bendav kehrebeyê dide tevahî Sûriyeyê. Bi rastî eger ev bendav hilweşe, dê xetereyeke gelekî mezin çêbibe."

Ferhan Hec Îsa anî ziman ku bexwedana gel wê heta rawestandina êrişên li ser Bendava Tişrînê û derdora wê dewam bike.

Hec Îsa di dewama axaftina xwe de diyar kir ku helwesta gelên ji tevahî kantonan aşkera û zelal e û wiha domand "Nêzî mehekê ye bexwedana gelê me li Bendava Tişrînê dewam dike. Divê tevahî dewlet ji planên dagirkirinê hişyar bin."

Hec Îsa bi bîr xist ku dewleta Tirk karîbû qetlîmanên Ermenan, Komkujiya Geliya Zîlanê, Komkujiya Dêrsimê, komkujiyên Agirî û Amedê û gelek komkujiyên din biniximîne lê qet nikare kiryarên xwe yên li Bendava Tişrînê biniximîne.

Ferhan Hec Îsa diyar kir ku gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe mîsyona parastina destkeftiyên xwe û bi hilgirtina peyama aştiyê berê xwe de Bendava Tişrînê da ku av û kehrebeya xwe biparêzin.

Hec Îsa di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişên qirkirinê pêk tîne û ev li gotinên xwe zêde "Beriya çend rojan li Kobanê stasyona avê kir hedef. Ji du mehan ve gel bê av û bê kehrebe ye. Divê em destekftiyên xwe biparêzin, ev jî erkeke exlaqî ye. Dewleta Tirk armanc dike ku civaka me tune bike, lê gelê me ha ji vê yekê heye, lew re diçe bendavê. Malbatên me zarokên xwe, dê û bavên xwe li pey xwe hişt û di oxira parastina bendavê de şehîd bûn. Yek jî zaroka bi navê Tala bû ku dê û bavê wê di êrişa li ser karwanê diçû Bendava Tişrînê de şehîd bûn."

Ferhan Hec Îsa diyar kir ku dewleta Tirk ji bilî bendavê jî rojane binesaziya herêmê, amblus, embarên genim, kargehan û jêderên avê dike hedef. Ferhan Hec Îsa bang li saziyên têkildarî, rêxistinên hiqûqî, mirovî û Koalîsyona Navneteweyî kir ku erkên xwe bi cih bînin û dawî li komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binin.

Li Bendava Tişrînê çalakiya nobedariyê ya gel bi biryardarî dewam dike.

(bb)

ANHA