ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7-9-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7-9-2025
7 îlon, 2025   02:00

Hevseroka Meclisa Demokratîk a Gelan Sîham Qeryo diyar kir ku Rêveberiya Xweser rêya aktîf a pêkanîna istiqra û edaletê li Sûriyeyê ye û destnîşan kir ku ne mumkine Sûriye vegere rewşa beriya sala 2011’an. BI WÊNE Û DÎMEN

Profesor Fûad El Qetrib diyar kir ku pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan erk û pêwîstiyeke dîrokî ye.

Cîgira Hevseroka Dayreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk, Ezraa El Saado, têkoşer û rojnamevana şehîd Emîna Elî bi bîr anî û got ku wê "ne li şer, lê li azadiya gelê xwe, bi taybetî jinan, digeriya. BI WÊNE Û DÎMEN

Daxwazên gelên Sûriyeyê yên ji bo avakirina pergaleke rêveberiyê ya demokratîk ku nûneriya hemû pêkhateyan bike, zêde bibin. Di vê derbaarê de sistema nenavendî tê pêşniyar kirin ku bibe destpêka çareserkirina kirîza Sûriyeyê. BI WÊNE Û DÎMEN

Zêdetirî 30 cureyên lawiran ên li hewşa malekê di qefesên teng de tên girtin, di nava şertên ne guncav û germahiya dijwar de bangî wijdana mirovan dikin. Xwediyê sewalan û saziyên eleqedar jî hevûdin tawanbar dikin.

Li gel ku çareseriyeke navneteweyî tune ye, xetereya Kampa Holê zêde dibe ku malbatên DAIŞ`ê tê de dimînin. Li gorî çavdêran, vekişîna Amerîka ji Iraqê rê li pêşiya krîzeke herêmî vedike.

Nivîsgeha Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk ji bo nîqaşkirina kar û xebatên kongreyê di civakê de li hola Sandîqeya Karkeran a bajarê Rimêlanê bi jinên bajarê Girkê Legê re dicive (9:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariya Gel a Çilaxa dest bi însiyatîfa paqijkirina ragaran di nava taxên bajêr de dike (9:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên kantona Firatê ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dirûşma “Li ser banga aştiyê û civaka demokratîk em ê azadiya fîzîkî ya Serok Apo misoger bikin” dimeşin (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Li bajarê Hesekê 10`emîn Mîhrîcana Zarokan bi dirûşma “Hunera Zarokan sembola azadiyê û afrînariyê” li navenda Hîlala Zêrîn dest pê dike (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Fadî Ehmed El Ewad li Goristana Şehîdan a Şehdadê oxir dikin (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Kobanê sersaxî didin malbata şervanê QSD`ê şehîd Fewzî (Mistefa Elî Teharo) li taxa şehîd Ebdo (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Bi sponseriya Desteya Çandê ya kantona Cizîrê Komeleya Çandê ya Suryan a Sûriyeyê 5`emîn Mîhrîcana Merdoso li hola Serdem a bajarê Hesekê li dar dixe (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye sersaxî didin malbata şervanê HRE`yê şehîd Ciwan Efrîn û gerîlaya HPG`ê Gulnaz Karataş. BI WÊNE Û DÎMEN