ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7-9-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7-9-2024
7 îlon 2024   02:00

Endamên Meclisa Jinan a Sûriyeyê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser jinan got serkeftinên jinên azad û zana li xweşiya faşîstên totalîter naçin. Jinan anî ziman ku îradeya jinên azad ji pergalên faşîst bihêztir e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê PYD`ê bal kişand ku peymana di navbera Iraq û Tirkiyeyê de lîstikeke dijî hemû gelên Kurdistanê ye û got: “Mijar ne partiyek an jî perçeyek e, hebûn û tinebûna Kurdan e. Divê demildest gel û partiyên Kurdan bibin xwediyên yek helwestê.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Tirbespiyê diyar kir ku daxwaza wan azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e û got ramanên Rêber Ocalan rêya xelasiya hemû gelan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Çandinî û Avdanê ya Kantona Reqayê ji bo parastina hêşînahî û çêregehan nivîsgehek ava kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Şaredariyan a kantona Dêrazorê dest bi çaksazkirin û qîrkirina rêyên sereke û nesereke yên kantonê kir. Proje ji rojavayê kantonê dest pê kiriye û tê pêşbînkirin ku ew di kêmtirî 60 rojan de bi dawî bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera damezirandinê ya 6`an, li avahiya xwe ya li kantona Reqayê çalakiyekê li dar dixe saet di 18:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA