QSD: Di 2 mehan de 34 DAIŞʹî hatine girtin

QSD'ê bîlançoya 2 mehan a operasyonên li dijî DAIŞ`ê aşkera kir û da zanîn ku di 16 operasonan de 34 çeteyên DAIŞ`ê hatine girtin.

QSD: Di 2 mehan de 34 DAIŞʹî hatine girtin
6 îlon, 2024   22:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzê yên di Tîrmeh û Tebaxê de 16 operasyon li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xistiye û di encamê de 34 şaneyên çeteyên DAIŞ'ê hatine girtin û 5 jî hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ji nav çeteyên girtî secrete hene ku gelek operasyonên terorîst li dijî herêmê plan kirine. Her wiha berpirsekî amadekirina erebeyên bombekirî heye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di operasyonan de berpirsê aboriyê û fînansekirina çeteyên DAIŞ'ê li bajarê Reqayê hatiye girtin, şaneyên din ku destê wan di êrişên terorîst li dijî hêzê û şêniyên de hene, hatine girtin.

Her wiha hate zanîn ku di operasyonan de 5 çete hatin kuştin, ji wan 3 serçeteyên metirsîdar bûn û yê çarê jî di êrişa li dijî girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a bajarê Hesekê de beşdar bûye.

Di daxuyaniyê de hate aşkerakirin ku hêzê li Reqa, Kerame, Dêrazor, Mergede, Sûr, Qamişlo û Hesekê operasyonên navborî li dar xistine.

(mh-şx)