ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6 - 8 - 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6 - 8 - 2025
6 tebax, 2025   02:00

Şêniyên Til Koçerê diyar kir ku dê li hember hewldanên kîndarî û derxistina nakokiyên mezhebî hevgirtina pêkhateyên Sûriyeyê biparêzin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên kantona Dêrazorê diyar kir ku sîstema nenavendî û Rêveberiya Xweser yekane rêya çareseriya aloziya Sûriyeyê ne. Şêniyan bi bîr xist ku ezmûna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev rastî îsbat kiriye. BI WÊNE Û DÎMEN

Diyar Yûsif şêwekarekî ciwan e. Ne tenê bi firçe û rengan tabloyan çêdike, her wiha li ser text û caman jî afirîneriya xwe dikole û mêxikan jî vediguherîne berhemên hunerî. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi hezaran koçberên Serêkaniyê yên ku piştî dagirkirina warê wan ji payîza 2019’an ve li Kampa Waşûkanî ya li Hesekê dimînin, li benda vegera li cih û warê xwe ne. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê QSD'ê şehîd Hewas Îbrahîm li pakrewangeha şehîd Delîl Sarûxan oxir dikin (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN