ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5- 4 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5- 4 – 2025
5 nîsan, 2025   02:00

Rêber Abdullah Ocalan dibêje: "Mijar ne rojbûna min tenê ye, gel jî wekî rojbûna xwe dibîne, wekî ronesansa xwe dibîne û pîroz dike. Ez kesên ku rojbûn pîroz kirine û di vî warî de ked dane silav dikim. Lê divê cewherê wê vala dernexin."

Weqfa Jinên Azad a Çilaxayê bi rêya perwerdeyên îdeolojîk û pîşeyî piştevaniya bi jinan re didomîne.

Yekitiya Şaredariyan Kantona Tebqayê dê îsal gelek projeyên xizmetguzariyê û kirîna wesayitên kar ji bo şaredariyên nû pêk bîne ku lêçûna wan 1.5 milyon dolar e.

Serokê Nivîsîngeha Amar û Plansaziyê ya Meclisa Rêveber a Kantona Dêrazorê diyar kir ku projeyên di plansaziya îsal de bi giranî ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên sereke, bihêzkirina qada tenduristiyê, piştgiriya geşepêdana aborî ne û 12 milyon dolar jê re hatiye veqetandin.

Li gundewarên Hesekê bi nêzîkbûna demsala havînê re cotkar şitilên sebzeyên havînê amade dikin. Ev amadekarî gaveke girîng e ji bo hilbirîna berhemên havînê.

Meclisa Rêveber a Kantona Tebqa bi boneya Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li Parka 4’ê Nîsanê daran diçîne û şahiyekê li avahiya xwe li dar dixe, (09:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan şahiyek li kêlek Pira Nû ya Reqayê li dar dixe, (10:30), her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan a kantonê li Parka 4’ê Nîsanê ya bajêr daran diçîne. BI WÊNE Û DÎMEN

Karwana 7’an a gelê kantona Firatê, ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û parastina Bendava Tişrînê, ji Qada Şehîd Egîd a Kobanê ber bi bendavê ve dikeve rê, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

ANHA