ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4- 5 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4- 5 – 2025
4 gulan, 2025   02:00

Jinên ku beşdarî meşa duh a li Qamişloyê bûbûn, destnîşan kir ku divê dewleta Tirk banga Rêber Abdullah Ocalan bi cih bîne û got “Rêber Apo serokekî cîhanî ye, em dixwazin wî di nava xwe de azad bibînin.”

Gêlo Îsa destnîşan kir ku bi saya banga Rêber Abdullah Ocalan, Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî hatiye lidarxistin.

Li Sûriyeyê Durzî ku dîroka wan vedigere sedan salan, rolên girîng di bûyerên dîrokî de lîstine. Durzî di sala 1187’an de li kêleka Selahedîn li dijî xaçperestan beşdarî Şerê Hetînê bûn, di sala 1260’î de li kêleka Memlûkiyan di Şerê Eyn Calutê de li dijî dagirkirina Mongolan şer kir.

Xwediyên pez li gundewarên Reqayê dest bi mewsima qusandina heriya pez kirine. Ev yek bi taybet di biharê de tê ku avhewa baştir dibe û pêdiviya pez jî bi tenduristiyek zêde heye.

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de cih dan zêdebûna tevgerên çeteyên DAIŞ’ê, aloziya di navbera Durzî û hêzên desthilata Şamê de, her wiha Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî, aloziya li Sûdanê û bandora wê li welatên derdorê.

Meclisa Malbatên Şehîdan bi hevkariya PYD’ê konê sersaxiyê ji bo Şehîd Aştî û Demokrasiyê Sirri Sureyya Onder li pêş Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê vedide, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya Roja Trafîkê ya Cîhanê, Gerînendetiya Giştî ya Trafîkê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navenda xwe ya Hesekê yê kantona Cizîrê civîneke çapemeniyê li dar dixe, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê bi boneya Cejna Karkeran a Cîhanê li pêş avahiya xwe hemleyeke paqijiyê li bajêr li dar dixe, (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hiqûqnasên kantona Cizîrê der barê êrişên dijî gelê mezheba Durzî li Sûriyeyê, li pêş Dadgeha Gel a li Qamişloyê daxuyaniyekê didin, (12:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Çalakiyên "Hefteya Wêjeyî" ku Dîwana Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar dixe, di roja xwe ya duyemîn de li hola Kafîteryaya Xabûr a Hesekê yê Cizîrê didomin, (17:00). BI WÊNE Û DÎMEN