ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4-2-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4-2-2025
4 sibat, 2025   02:00

Şêniyên bajarê Hesekê pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got "Dewleta Tirk xwe dixapîne, heke aştiyê dixwaze bila Rêbertî serbest berde. Aştî bi azadiya Rêbertî dest pê dike."

Ji bo rêgirtina li ber sûcên şer û yên dermirovî ku dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, tevgereke navneteweyî lazim e. Divê ji ber van sûcan hesab bê pirsîn û maf û rûmeta gelê herêmê werin parastin.

Berdevka Meclisa Parastina Xabûrê ya Asurî Hîwit Xabûr diyar kir ku Sûriye di pêvajoyeke hesas re derbas dibe û got: "Divê em bi hişmendiyeke saxlem tevbigerin; berjewendiyên şexsî û teng bidin aliyekî û xwîşk û biratiya gelan esas bigirin. Divê têkoşîna jinan berfireh bibe."

Şêniyên beşdarî çalakiya li bendava Tişrînê bûne got "Kî biçe wê derê rastiya berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk dibîne. "

Hevserokê Buroya Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) diyar kir ku Rêveberiya Xweser hevsengiyê li Sûriyeyê diparêze da ku ber bi şerekî navxweyî ve neçe.

Sûriye ku niha di bin hikumraniya HTŞ'ê de ye, ber bi nediyariyê ve diçe û çarenûsa wê jî versiyona îslamî ya rejîma Baasê ye. Dê netewperestiya mezhebî li şûna netewperestiya netewedewletê bi cih bike. Hêzên navneteweyî bi rastiya nû ya li Sûriyeyê dizanin lê dîsa jî wê wek hikumeteke rewa dibînin û têkiliyên xwe li ser vî esasî pê re çêdikin. Ji ber ku li şûna berjewendiyên gelên Sûriyeyê, li gorî berjewendiyên wan ên dewletê ne, vê yekê dikin. Hêzên pêwendîdar hewl didin Sûriyeyê di pozîsyoneke ji wan re guncaw de bihêlin.

Îlham Ehmed diyar kir ku sivikkirina cezayan li ser Sûriyeyê ji bo piştevaniya gel alîkariyek e, her wiha banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk ji Sûriyeyê re û vegera ewle ya koçberan li warên xwe kir. Îlham got: "Bêyî piştevaniya Erebî ya rasteqîn çareserî pêk nayê û divê aqûbeta Sûriyeyê bi destê sûriyeyiyan be û yekitiya nîştimanî rêya yekane ya xelasiya ji dagirkerî û destpotiyê ye."

Meclisa Jinan a Sûriyeyê ya kanatona Tebqayê li ser rola jinan di avakirina Sûriyeya nû de forumeke diyalogê li dar dixe, (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star li Dêrikê li Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ji bo bîranîna şehîd Viyana Soran çalakiyekê li dar dixe, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Hesekê cenazeyê şervanê QSDˋê şehîd Îvan Ekrem Kurdî li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê defin dike, (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN 

Kongra Star der barê hedefgirtina endama Koordînasyona Kongra Star Hêva Erebo ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li bajarê Qamişlo daxuyaniyekê dide, (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê der barê operasyona ewlehî ya li dijî şaneyên bermahiyên rejîma berê li kantona Dêrazorê de, daxuyaniyekê dide (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN.