Berdevka Meclisa Parastinê ya Asurî: Divê xwîşk û biratiya gelan esas were girtin

Berdevka Meclisa Parastina Xabûrê ya Asurî Hîwit Xabûr diyar kir ku Sûriye di pêvajoyeke hesas re derbas dibe û got: "Divê em bi hişmendiyeke saxlem tevbigerin; berjewendiyên şexsî û teng bidin aliyekî û xwîşk û biratiya gelan esas bigirin. Divê têkoşîna jinan berfireh bibe."

Berdevka Meclisa Parastinê ya Asurî: Divê xwîşk û biratiya gelan esas were girtin
4 sibat, 2025   04:00
HESEKÊ
ÎSYAN HOGİR

Berdevka Meclisa Parastina Xabûrê ya Asurî Hîwit Xabûr der barê geşedanên li Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, ji  ANHA’yê re axivî.

Hîwît Xabûr diyar kir li Suriyeyê rewşeke aloz û tevlîhev heye û got “Niha gelek dosyayên veşartî yên dema rejîma Baas derdikevin holê. Rejîma Baas a ku nîv sedsalê xwe li ser gelan ferz kiribû, hişt ku Sûriye bigihîje vê astê.”

DIVÊ EM XWEDÎ ROLEK GIRÎNG BIN

Hîwit Xabûr, da zanîn ku piştî hilweşîna rejîmê jî tevahiya herêmê ketiye pêvajoyek girîng, lewma divê bi hişmendiyek saxlem nêzîkbûn hebe û wiha dom kir: "Divê em bi hişmendiyeke saxlem di nav pêvejoyê de cih bigirin.  Divê em berjewendiyên şexsî û yên teng bidin aliyekî û xwîşk û biratiya gelan esas bigirin. Pêwîste bandora me di her aliyekê de hebe. Ji bo siberoja Sûriyeyê û gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê divê em xwedî roleke girîng bin."

‘GELÊN HERÊMÊ XWEDÎ HÊZ Û MORALÊ NE’

Hîwit Xabûr bibîr xist ku di pêvajoyek wiha de dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser herêmê zêde kirine, gelên herêmê jî li hemberî wê berxwedane dimeşînin û wiha pê de çû: “Gelek gundewar û bajarên me tên hedefgirtin. Heya niha dewleta Tirk a dagirker bi hemû teknîka xwe, ji aliyê bejahî û hewayî ve bi dijwarî êriş dike. Bi taybet jî Kobanê û gundewarên wê dike hedef. Her çiqas êriş zêde dibin, lê gelên herêmê bi piştgiriya QSD’ê xwedî hêz û moralekî bilind in."

‘DIVÊ TÊKOŞÎNA JINAN BERFIREH BIBE’

Berdevka Meclisa Parastina Xabûrê ya Asurî Hîwit Xabûr bal kişand ser îradeya jin a li herêmê derketiye holê û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Jinan hişt ku sedsala 21’an bibe sedsala jinê. Ev yek jî encamên felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ye ku li hemû cîhanê belav bûye. Di vê pêvejoya hesas de me wekî jinan bi îrade û baweriyeke xurt û bi saya keda şehîdan destkeftî bi dest xistine. Divê têkoşîna jinan li hemû dinyayê bê belavkirin. Em soz didin ku em ê xeyalên şehîdan pêk bînin.’’

(bb)