ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-3-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-3-2025
29 adar, 2025   02:00

Beşîr Mele Newaf destnîşan kir ku piştî banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan hîn jî dewleta Tirk di çarçoveya zîhniyeta xwe ya şovenî de ye. Heke rastî ew di vê pêvajoyê de cidî bin, divê Rêber Abdullah Ocalan ji bin sîwana dîlitiyê bê derxistin. Yek jê dewleta Tirk heke reftarê xwe neguhere wê li hember tehlûkeyên mezin were. BI WÊNE Û DÎMEN

Endama Koordînasyona Kongra Star Nêrgiz Mihemed destnîşan kir ku Konferansa Jinên Kurd a Rojava ji bo yekitiya neteweyî geveke girîng e û bang li hemû jinan kir ku di nava yekitiyê de cih bigirin. Nêrgizê diyar kir ku ew ê ji bo Sûriyeyeke azad û demokratîk ku jin tê de xwedî îrade bin, tê bikoşin. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi hatina cejna Remezanê re, tevgera li sûkan zêde bûye. Lê bilindbûna buhayan li pêşiya hin malbatan dibe astengî. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Qamişlo dê sersaxiyê bidin malbata şervanê QSD`ê şehîd Dijwar Qidûrbeg, li taxa Qidûrbeg a bajarê Qamişlo. .(11:00) – BI WÊNE Û DÎMEN

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK`ê ji ragihandina encamên pêşbirka helbesta Kurdî ya Ciwanan 2025 civîneke çapemeniyê li dar dixe. .(11:00) – BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya Heftiya Qehremaniyê Meclisa Bajarê Tirbespiyê li navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk civînekê li dar dixe. 10.00. Li bajarê Dêrikê civîn li Navenda Dicle ya Çand û Huberê tê lidarxistin. 10.00. li bajarê Dirbêsiyê civîn li Navenda Çand û Hunerê tê lidarxistin 12:00. BI WÊNE DÎMEN.

Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Amûdê şehîdên mehên Sibat û Adarê bi bîr tîne, her wiha der barê Hefteya Qehremaniyê de sînevizyonekê pêşkêş dike, li navenda PYD`ê ya bajêr.(10:00) – BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan li Tirbespiyê ji bo zarokên şehîdan şahiyekê li dar dixe, li Akademeiya Şehîd Yekta Herekol. .(10:00) – BI WÊNE Û DÎMEN