ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-01-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-01-2024
29 ÇILE, 2024   02:00

Perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan bi taybet girîngiya têkoşînê ji bo doza Kurd û Kurdistanê û xetereyên hevkariya hêzên ku kurdeyatiyê îdia dikin bi dijminan re, hîna di bîra kesên pê re rûniştine zindî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di vê mehê de 32 welatiyên ji kantona Efrîna dagirkirî revandine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de stasyonên kehrebeyê yên Eyn Îsayê ji xizmetê derketin, bi wê re 19 hezar welatî li 275 gundan û navenda navçeyê ji ava vexwarinê bê par man. Aliyên berpirs da zanîn ku av dê bi çaksazkirina stasyona kehrebeyê ji nû ve bê berdan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Sûriya Pêşerojê bi diruşma ˊSuriye, demokratîk, pirrengî û nenavendî, partiya me pêşeroja me ye, rêveberiya misogeriya me ye, hêzên me serkeftina me ne, Sûriye me dike yekˊ li hola Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê kongreya xwe ya 3ˊyemîn a Meclisa Herêma Qamişlo li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê li hola Mîtan a li Şehbayê konferansa xwe li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn û Şehbayê bi boneya salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser a Efrînê li Kampa Serdemê daxuyaniyekê dide, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li navenda Meclisa Rêveber a Kobanê rûniştineke lihevanînê di navbera du malbatên li kantona Firatê de tê lidarxistin, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantona Reqayê navenda baldariya civakî li avahiya tamînatên civakî ya berê vedike, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA