Kurdistaniyên li Lubnanê bi boneya rizgarkirina Kobanê şahiyek li dar xist

Kurdistaniyên li Lubnanê bi boneya salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser û salvegera rizgarkirina Kobanê şahiyek li dar xist.

Kurdistaniyên li Lubnanê bi boneya rizgarkirina Kobanê şahiyek li dar xist
Kurdistaniyên li Lubnanê bi boneya rizgarkirina Kobanê şahiyek li dar xist
Kurdistaniyên li Lubnanê bi boneya rizgarkirina Kobanê şahiyek li dar xist
28 ÇILE, 2024   21:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Di şahiya salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser û rizgarkirina Kobanê de bi sedan Kurdistaniyên li Lubnanê beşdar bûn.

Di şahiyê de nûnerê Rêvegberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Lubnanê Ebduselam Ehmed damezrandin û rizgarkirinê li beşdaran pîroz kir û şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Ehmed wiha domand: "Em gelekî ji hezaran salan ve tê dikoşin û fedakariyan pêşkêş dikin û saya şehîdan serkeftinan pêk tînin."

Di şahiyê Ferhad Merdê helbest xwendin û Koma Welatê Rojê stran xwendin.

Şahî bi diruşma silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û fedakariyên şehîdan bi dawî bû.

(fr)