ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-3-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-3-2025
28 adar, 2025   02:00

Di Konferansa Jinên Kurd a Yekemîn de beşdaran diyar kir ku bi yekitiya jinan yekitiya gelan ava dibe. BI WÊNE Û DÎMEN

Dr. Ecac Selîm ê ji Şamê hatiye, dixwaze ezmûna xwe ya 30 salan di warê huner û sînemayê de bigihîne Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ecac Selîm kêfxweşiya xwe bi sazûmaniya çandî ya li herêmê anî ziman û got ev ezmûn dikare ji tevahiya Sûriyeyê re bibe îlham. BI WÊNE Û DÎMEN

Hevseroka Meclisa Bajarê Eyn Îsayê banga pêkanîna bendên peymana di navbera desthilata Şamê û QSD’ê de ya têkildarî vegera ewle ya koçberan kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Seketerê Partiya Vîna Gel diyar kir ku "Hevpemaniya Hemwelatîbûna Wekhev a Sûriyeyê ew e ku ji alî û îdeolojiyan derbas dibe ku di nava xwe de şepêlên çepgir, neteweperest û îslamî dihewîne. BI WÊNE Û DÎMEN

Li sûka bajarê Kobanê şênî amadekariyên xwe ji bo cejna Remezanê dikin. Hin mal jî ji bo cejnê kulîçeyan çêdikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ji bo bîranîna Şehîd Egîd (Mahsûm Korkmaz) civînekê li dar dixe, (13:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Qamişloyê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Dijwar Qidorbeg li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê defin dike, (11:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya salvegera şehadeta fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê meşeke meşaleyî li Çerxerêya Dêra Asûrî ya li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê li dar dixe, (20:00). BI WÊNE Û DÎMEN