‛Avantaja sereke ya "Hevgirtin" alî û îdeolojiyan derbas dike’

Seketerê Partiya Vîna Gel diyar kir ku "Hevpemaniya Hemwelatîbûna Wekhev a Sûriyeyê ew e ku ji alî û îdeolojiyan derbas dibe ku di nava xwe de şepêlên çepgir, neteweperest û îslamî dihewîne.

‛Avantaja sereke ya "Hevgirtin" alî û îdeolojiyan derbas dike’
28 adar, 2025   06:17
NAVENDA NÛÇEYAN
MEŞEL ŞÊX NÛR

Di 22’yê Adara 2025’an de hin partî û hêzên siyasî yên çepgir, neteweparest, îslamî, rêxistinên sivîl û xwecihî Hevpeymaniyek (Hevgirtin) nû bi navê “Temasuk” (Hevpeymaniya Hemwelatîbûna Wekhev a Sûriyeyê) ragihand.

DAXUYANIYÊN SEKRETERÊ PARTIYA VÎNA GEL

Sekreterê Partiya Vîna Gel Elaa Erefat destnîşan kir ku ji taybetmendiyên hevpeymaniyê ew e ku ji aîdiyet û îdeolojiyan derbas dibe ku di nava xwe de şepêlên çepgir, neteweperest û îslamî dihewîne.

Erefat diyar kir ku sedema sereke ya avakirina vê hevpeymaniyê baweriya hevbeş a di navbera van hêzan de ye ku pêwîstî bi komkirina hêzên niştîmanî heye, ji bo ku ew ber bi erka mezin a li pêşberî welat ve bên sewqkirin.

HÛRGILIYÊN HEVPEYMANÊ

Erefat ji ajansa me re da zanîn ku di hevpeymaniyê de zêdetirî 30 partî, rêxistin û komele hene, ji wan Eniya Guhartin û Rizgariyê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdistanê li Sûriyeyê û aliyên din in.

ARMANC Û SEDEMÊN AVAKIRINA HEVPEYMANÊ

Erefat destnîşan kir ku armanc ji avakirina hevpeymanê ew e ku hêzên niştîmanî bibin yek, xebateke giştî û hevbeş di çarçoveya rûbirûbûna zehmetiyên cuda yên li welat de bê meşandin. Her wiha Erefat girîngî da parastina yekitiya welat û aştiya şêniyan û jinûve başkirina aboriyê û avakirina Sûriyeyeke yekgirtî, serbixwe û demokratîk.

DERIYÊ HEVPEYMANÊ JI BO TEVAHÎ ALÎ Û HEVGIRTINÊN NÛ VEKIRÎ YE

Erefat destnîşan kir ku di daxuyaniya damezirîner a hevpeymanê de hatiye diyarkirin ku deriyê hevpeymanê ji bo hemû hevgirtin û hêzên niştîmanî yên Sûriyeyî vekirî ye, hem bi rêya tevlêbûnê hem jî bi rêya têkilî û diyalogê.

GAVÊN SIBEROJÊ

Piştî amadekariyê nêzî 3 mehan civîna çapemeniyê wekî gaveke pêşîn hat avêtin. Erefat diyar kir ku di dema pêş de belgeyên zelaltir ên der barê xalên sereke yên daxuyaniyê û têkiliya aliyên ku dixwazin tev li koalîsyonê bibin de, dê werin belavkirin. Her wiha teşe û sîstema rêxistinî jî li gorî lihevkirinê dê were diyarkirin.

Erefat da zanîn ku armanca wan a vê demê lidarxistina kongreya giştî ya yekemîn e.

(mh/fr)

ANHA