Beşdarên Konferansa Jinên Kurd: Bi yekitiya jinan yekitiya gelan ava dibe

Di Konferansa Jinên Kurd a Yekemîn de beşdaran diyar kir ku bi yekitiya jinan yekitiya gelan ava dibe.

Beşdarên Konferansa Jinên Kurd: Bi yekitiya jinan yekitiya gelan ava dibe
28 adar, 2025   02:35
QAMIŞLO

Bi pêşengiya jinên Kurd ên Rojava, di bin diruşmeya “Bi Pêşengiya Jinên Kurd Yekîtiya Neteweyî ya Kurd misoger dibe” de Konferansa Jinên Kurd a Rojava ya 1’emîn hat lidarxistin. Konferans, li Parka Azadî ya li bajarê Qamişlo ya kantona Cizîrê bi beşdariya jinên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şam, Heleb û kesayetên serbixwe, partiyên siyasî û şervanên YPJ’ê pêk hat. 

Jinên ku beşdarî konferansê bûne, têkildarî armanca lidarxistina konferansê û girîngiya yekitiya jinên Kurd ji ajansa me re axivîn.

‘JINAN DI ALIYÊN SIYASÎ, LEŞKERÎ Û RÊXISTINÎ DE XWE BI PÊŞ XISTIYE’

Raniya Hisên got ew gelekî kêfxweş ku ev cara yekem e hemû jinên Kurd bi hev re di vê konferansê de beşdar dibin.

Raniya Hisên da zanîn ku ev hemû jinên beşdarî konferansê bûne tenê ji bo armancekê hazir bûne; mafên xwe di Sûriyeya siberojê de mîsoger bikin û rêxistina jinan a serbixwe bê avakirin û jinan di aliyên aliyên rêxistinî, siyasî û leşkerî de xwe bi pêş xistiye.

Şêrîn Reşîd ji têkildarî konferansê got: “Ev konferansa yekemîn ya jinên Kurd cihê pîrozahiyê ye, pêwîstiya me wek jinan bi yekitiyekê heye, bi yekitiya jinan yekitiya gelan ava dibe.”

Şêrîn Reşîd wiha pê de çû: “Li gorî nêrîna me ev konferans ji bo hemû jinên cîhanê destkeftî ye ku hebûna xwe biparêzin û bi armanca avakirina civakeke demokartîk û jiyaneke azad e.”

Çalakvan Nalîn Esed jî nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Ev konferans ji bo yekitiya jinên Kurd hate lidarxistin. Jixwe piştî destûra nû ku jin di henû qadên jiyanê de tune kirine, ev konferans pir girîng bû da ku em bibin yek deng. Ev konferans serkeftî bû û daxwaza me ew e ku konferansek li ser asta Sûriyeyê jî bê lidarxistin.”

‘EV KONFERANSA DÊ BIBE BINGEHA AVAKIRINA KONGREYA NETEWEYÎ YA KURD’

Endama Koordînasyona Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê Gulê Cafer jî da zanîn ku ev konferans ne bi hêsanî hate lidarxistin û diyar kir ku heta gihaştine îro gelêk têkoşîn dane.

Gulê Cafer desetnîşan kir ku lidarxistina vê konferansê peyameke pir xurt bû ji bo yekitiya neteweyî ya gelê Kurd û wiha got: “Konferansa dibe bingeha avakirina kongreya neteweyî ya Kurd.”

(re)

ANHA