ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-12-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-12-2023
28 kanûn, 2023   02:00

 Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav 11 mehan de 260 caran bi balafirên keşfê û yên şer, ‎‎3761 caran jî ji bejahî ve hat hedefgirtin. Di çarçoveya bersivdayînê de 45 çalakî hatin lidarxistin, ‎‎117 çete û leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin. Di 145 operasyonan de 397 çete û sîxur hatin ‎girtin. ‎(BI WÊNE)

Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ‎Adalet Umer destnîşan kir ku Hevpeymana Civakî ya nû mafên jinan diparêze û ‎zemîneke xurt ji bo yekbûna xak û gelê Sûriyeyê ava dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

‎ Endamên rêveber ên kantona Tebqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî hermê di ‎nava bêdengiya navneteweyî de şermezar kirin û got: "Em gav bi paş ve naavêjin, li ‎hember êrişên qirkirinê teslîm nabin, em ê bi hevgirtinê û berxwedana xwe dagirkeriyê ji ‎xaka xwe derxin."‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ajansa Rojnews’ê ji bo edîtorê xwe Silêman Ehmed ê 65 roj e ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, daxwaznameyek pêşkêşî ‎NY’yê kir. Ajans her wiha der barê pêkanîn PDK’ê yên li dijî rojnamevanan de dosyayekê amade dike.‎ (BI WÊNE)

Hiqûqnas û siyasetmedar Esmet Îbrahîm diyar kir ku dan û standin civata navneteweyî der barê ‎dosyayên mirovî bi taybet dosyayên girêdayî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî xelkê ‎Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daulî ye.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

DYA’yê avakirina hêzeke leşkerî ji bo parastina li dijî êrişên Hûsiyan ên li dijî keştiyên ku di ‎Deryaya Sor re derbas dibin û ragihandibû ku li herêmê îhtîmala derketina şerekî heye. Gelo ev ‎îhtîmaleke çi qas mezin e? Herêm dê şerekî nû bide ber xwe? (BI WÊNE)‎

Çalakiyên ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Li herêma Koçberat a navçeya Dêrikê di roja sêyemîn de konê çalakiyê dewam dike, saet 10:00′an, li Girkê Legê saziyên civaka sivîl li pêş komîteya dibistanan daxuyaniyekê dide, saet 10:00′an, Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê li pêş navenda xwe daxuyaniyekê dide, saet 11:00′an, Yekitiya Rewşenbîran a Efrîn û Şehbayê li Kampa Serdemê daxuyaniyekê dide, saet 11:00′an, xelkê başûrê Hesekê meşekê li navçeya Holê li dar dixin, saet 11:00′an, Kongra Star a Şehbayê li Kampa Berxwedana çalakiyekê li dar dixe, saet 12:00′an, rêxistinên civaka sivîl a Minbicê daxuyaniyekê dide, saet 12:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiyên kovedanê yên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê li dar dixe, di roja duyemîn de dewam dikin. Çalakî ji bo piştgiriya berxwedana girtiyan, piştgiriya pêngava ′Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareeriya siyasî′ li Qada Şehîd Egîd a li Kobanê dewam dike, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şaredariya Gel a Çilaxa bi diruşma ′Jîngeh a me û nifşên me yên bê ye, em parastina wê bikin′ hemleyeke paqijiyê dest pê dike û ji pêş şaredariya gel de dest pê dike, saet 11:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Kobanê şehîdên mehên Mijdar û Kanûnê bi pêxistina mûman li ser gorên wan li Goristana Şehîd Dicle bi bîr tînin, saet 17:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA