Bi droneyan êrîşî baregeha DYA'yê ya li Hewlêrê hat kirin

Koma Berxwedana Îslamî ya Iraqê bi droneyan êrişî baregeha hêzên Amerîka ya li nêzîkî Balafirgeha Navnetewî ya Hewlêrê kir.

Bi droneyan êrîşî baregeha DYA'yê ya li Hewlêrê hat kirin
27 kanûn, 2023   23:34
NAVENDA NÛÇEYAN 

Koma Berxwedana Îslamî ya Iraqê ragihand ku îro danê êvarê êrîşek li dijî baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hatiye kirin. Hat destnîşankirin ku êrîş negihiştiye armanca xwe û dron hatiye xistin.

 Koma Berxwedana Îslamî ya Iraqê ku berpirsyariya êrîşa îro ya balafirên bêmirov ên li ser baregeha DYA’yê ya li Hewlêrê girt ser xwe, di daxuyaniya xwe de wiha got: "Êrîşên me yên li dijî hêzên DYA’yê yên li ser xaka Iraqê û herêmê dê berdewam bin."