ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27 - 8 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27 - 8 – 2024
27 tebax, 2024   02:00

Koçberên Efrînê: Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya me tê dikoşe, em jî heya azadiya wî ya fîzîkî tê bikoşin.

Endamên rêxistinên jinan diyar kir ku şoreşa jinan a Rojavayê Kurdistanê ji jinên cîhanê û Rojhilata Navîn re bûye îlhamek û got dê têkoşîna li dijî pergalên desthilatdar bidomînin.

Welatiyan diyar kirin ku yekitî û têkoşîn rêya yakena ya qedandina dagirkeriya Tirk a li Sûriyeyê ye.

Şîrovekarekî siyasî yê Iraqî hişyarî li ser dagirkirina xaka Iraqê da û got dewleta Tirk ji bilî berjewendiyên xwe bi tiştekî nafikire û hewl dide Herêma Başûrê Kurdistanê dagir bike û tev li parêzgeha xwe ya 81ˊan bike.

Pêşangeha 9ˊemîn a  Şêwekariyê a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hunermendên Sûriyeyê re derfeteke bêhempa çêkir ku nêrînên xwe di aliyê huner û pêşxistina wê de fireh bikin.

Zanîngeha Kobanê deriyên xwe, li pêş xwendekarên xwe di sala 8ˊan de bi vekirina 4 beşên nû, vekirin.