Bi hinceta ˊStrana Kurdîˊ 3 kes li Stenbolê hatin girtin

Li Stenbolê 3 kesên ji ber ku strana Kurdî gotine, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" û "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.

Bi hinceta ˊStrana Kurdîˊ 3 kes li Stenbolê hatin girtin
26 tebax, 2024   23:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeyên Stenbolê di nav de Hevserokên navçeya Esenyurtê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Rojda Yilmaz û Abdullah Arinan jî di nav de 5 kes di 23’ê Tebaxê de hatibûn destgîrkirin. Ji ber di maça fînalê ya Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokû ya ji hêla Meclîsa Ciwanên DEM Partiyê ve hatibû lidarxistin govend gerandine û strana “Bêrîtan” gotine, hatibûn destgîrkirin.

Yilmaz û Arinan ên ku îfadeyên wan ên li dozgeriyê temam bûn bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" sewqî dadgehê hatin kirin û 3 kesên din jî bi hinceta "propagandaya rêxistinê kirine" û "endamtiya rêxistinê” sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî îfadeya li dadgehê Yilmaz û Arinan bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 3 kesên navên wan nehat zanîn hatin girtin.