ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-3-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-3-2025
26 adar, 2025   02:00

Parêzer Mihemed El Neîmî diyar kir ku xebatên siyasî û hiqûqî yên bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam dikin. Her wiha îşaret bi vê yekê kir ku Rêber Abdullah Ocalan zêdetirî 26 sal di girtîgehê de derbas kirine, lewma divê mafê hêviyê bê dayîn.

Şêniyên Til Temirê diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide dengê Rêber Abdullah Ocalan bibire û nehêle bigihêje gelên herêmê. Şêniyan got azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rêya aştiyê ye.

Hemdan El Ebid destnîşan kir ku komîteya ji aliyê Meclisa Rêveber ve hatiye avakirin, lêkolînên xwe yên der barê komkujiya Kobanê de didomîne. Hemdan El Ebid aşkera kir ku hemû delîl û belgeyên li ser komkujiyê dê ji NY’yê û komîteyên mafên mirovan re bêne şandin.

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûn nîşanî Danezana Destûrî ya desthilata Şamê da û got divê destûr hêviyên tevahî sûriyeyan bi cih bîne.

Çalakvan Şemis Enter bal kişand ser rola jinên Kurd di pêkanîna yekitiya Kurdan de û destnîşan kir ku ev yekitî dê bihêle Kurd û jin mafên xwe di Sûriyeya nû de bi dest bixin.

Partiya Yekitiya Suryanî bi daxuyaniyekê li pêş Çerxerêya Sêfo ya Şehîdan a li kolana Quwetlî ya bajarê Qamişloyê bernameya Cejna Ekîto ku dikeve 1’ê Nîsanê aşkera dike, (12:00). BI WÊNE  Û DÎMEN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Dêrazorê bi boneya salvegera 6’an a rizgarkirina Baxozê, şahiyekê li bîra El Omer li dar dixe, (10:30). BI WÊNE Û DÎMEN