Pedersen: Em ê piştgiriyê bidin peymana Fermandarê Giştî yê QSD'ê û Ehmed Şeri

Nûnerê navneteweyê yê taybet ji bo Sûriyeyê der barê tundiya li perava Sûriyeyê de metirsiyên xwe anîn ziman û destnîşan kir ku hîna kiryarên tundiyê yên mezhebî li peravê hene ku divê lêpirsînên zelal li ser werin kirin, her wiha peymana Fermandarê Giştî yê QSD’ê û Ehmed El Şeri pêşwaz kir.

Pedersen: Em ê piştgiriyê bidin peymana Fermandarê Giştî yê QSD'ê û Ehmed Şeri
25 adar, 2025   22:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerên navneteweyî yê taybet ji bo Sûriyeyê Gier Pedersen di axaftina xwe ya li rûniştina Konseya Ewlekariyê ya Navnetewyî ya ji bo Sûriyeyê de got ku piştî kêmtirî 4 mehan ji hilweşîna rejîma Esed hîn jî zehmetî û tirs li pêşiya gelê Sûriyeyê hene, nexasim di meha borî de.

Pedersen got ku Sûriyeyê li pêşberî du rêyan e; yek ji wan rêyan wê Sûriyeyê ber bi tundiyê û bêîstîqrariyê ve bibe û ya din jî dikare pêk were. Ew rê jî veguhastina siyasî ya giştî ye û tê de gelê Sûriyeyê serweriya xwe vedigerîne û ev alozî derbas dibin, aborî geş dibe û îstîqrar li herêmê pêk tê.

Pedersen diyar kir ku gelek Sûriyeyiyên li perava Sûriyeyê rastî tundiyeke mezin hatin û fikara xwe ji ber hejmara mezin a qurbaniyan û binpêkirinên mezin ên li dijî Elewiyan anî ziman.

Pedersen destnîşan kir ku pêwist e lêpirsîneke berfireh der barê bûyerên li peravê de were destpêkirin nexasim ku komkujî û pevçûnên dijwar li wir qewimîn.

Pedersen peymana di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri de, ku di 10'ê Adarê de hat îmzekirin pêşwaz kir û diyar kir ku ew ê piştgiriyê bide vê peymanê.

(mh/fr)