ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-11-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-11-2025
26 mijdar, 2025   02:00

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê xebatên hunerî û çandî yên li ser têkoşîna jinan a li dijî tundiyê hatin pêşkêşkirin. Jina ku di wan xebatan de beşdar bû got ku ew hewl didin ji her jinekê re qadekê bidin çêkirin ku tê de xwe îfade bike, ji ber ku şano, muzîk û wênesazî qadên têkoşînê ne û di avakirina civakekê de ku rêzê ji azadiya jinan û rola wan re bigire, rol dilîzin." BI WÊNE Û DÎMEN

Cotkarên kantona Dêrazorê dest bi çandiniya zivistanê kir û bicihanîna plana çandiniyê ji hêla Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantonê ve di aliyê piştgiriya zû de bi bîr xist. BI WÊNE Û DÎMEN

Seroka Tevgera Jinên Azad ên Başanê diyar kir ku armanca wan piştgirî û perwerdekirina jinan û belgekirina binpêkirinan e. BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Ciwanan û Yekitiya Jinên Ciwan ên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di çarçoveya kampanyaya "Ekolojya" de, dê daran biçînin, 10.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ji bo gotûbêjkirina pêşketinên dawî yên siyasî yên li herêmê, civînek bi navê "Biratiya Gelan û Rola wê di Hilbijartina Şêweya Guncaw a Rêveberiya Siyasî li Sûriyeyê de" li bajarê Çilaxa li dar dixe, 10.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên Kantona Reqayê dê sersaxiyê bidin malbata şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Ezîz Şêx Elî, 10.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Akademiya Sosyolojiyê ya Abdullah Ocalan li Hola Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk a Reqayê, semînerek bi navê "Şîrovekirina Beşa Sêyem a Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk" li dar dixe, 10.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Cotkar û Sewalvaniyê ya Hesekê yekemîn konferansa xwe bi dirûşmeya "Bi rêxistinkirina cotkar û sewalkaran, em ê aboriyek civakî bi hev re ava bikin" li dar dixe, 10.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Dirbêsiyê, şehîd Şîlan Kobanî û hevrêyên wê yên şehîd li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr, bi bîr tîne, 10.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Dirbêsiyê, Kantona Cezîrê, li hola PYDˊê der barê xetereyên madeyên hişberê semînerekê li dar dixe, 10.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk semînera bi navê "Tundiya li dijî Jinan bi nêrîna Civakî û Olî" li dar dixin,10.00.  BI WÊNE Û DÎMEN

Ji bo endamên Komîteya Navendî ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), şehîd Sebrî Tendûrek û Masîro Xabûr, merasîmeke bîranînê li Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobaniyê tê lidarxistin, 11.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamîşloyê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan hola merasîm û bibîranîna şehîdan vedike, 11.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê, Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li Navenda Çandî ya li Reqayê panelekê bi sernavê "Tundiya Siyasî - Tundiya Civakî û Bandorên wan li ser Jinên Sûriyeyê" li dar bixe, 11.00. Weqfa Jinên Azad a Kantona Tebqayê jî li navenda xwe semînerekê bi navê "Ji bo Bidawîkirina Tundiya li ser Jinan Bibin Yek" li dar bixe, 12.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Hêzên Xweparastinê li bajarê Hesekê ji bo piştgiriya QSDˊê konsertekê li dar dixe, 14.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) pîroz dikin,13.00. Bi heman boneyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya bajarê Dirbêsiyê jî meşek li dar dixe, 18.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Pêkhateya Elewî li bajarê Dêrikê, li Navenda Ewlewiyan daxuyaniyekê der barê binpêkirinên li Sûriyeyê dibin de, dide, 10.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêrikê bexçeyê Dijla bi boneya damezrandina PKK`ê şaiyekê li dar dixe, 16.00. BI WÊNE Û DÎMEN