ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-02-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-02-2026
26 sibat, 2026   02:00

Şêniyên Rojava parastina tax û bajarokên xwe berdewam dikin. Şêniyan diyar kir ku heta ku peyman were bicihanîn û mafên wan di destûra bingehîn a Sûriyeyê de werin garantîkirin ew ê xebatên xwe dewam bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Sekreterê Partiya Çep a Kurd a Sûriyeyê Mihemed Mûsa destnîşan kir ku divê ew bi hurmet li pêşberî sekna gelê Kurd, birîndar û xwîna şehîdên xwe bixebitin û got “Ji bo bidestxistina mafê gelê Kurd di destûrê de, avakirina Sûriyeyeke demokratîk kar bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Lêkolîner Îbrahîm Mislim diyar kir ku banga ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve di 27`ê Sibata 2025`an de hat kirin, bûye egera nêzîkbûna di navbera hêzên Kurd de. Her wiha êdî daxwaza mafên destûrî û nûnertiya siyasî bûye armanca sereke ya Kurdan. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a bajarê Kobanê destnîşan kir ku ji ber êrişên komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi hezaran koçber ji malên xwe derketin li bajarê Kobanê di dibistanan û malan de bi cih bûn, ji ber wê 72 hezar xwendekar ji mafên xwe yên xwendinê bê par mane. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civînekê li bajarê Tirbespiyê ji bo nîqaşkirina pêşdeçûnên li herêmê li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN