ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-02-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-02-2024
26 sibat, 2024   02:00

Jinên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê diyar kir ku vîna wan ji tevahî çekên pêşketî û nûjen bi hêztir e û hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên şikandina vîna wan badilhewa ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê diyar kir ku vîna wan ji tevahî çekên pêşketî û nûjen bi hêztir e û hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên şikandina vîna wan badilhewa ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pispor û cotkaran destnîşan kir ku piştî nîvê dema mewsiman derbas bû, mewsimên çandiniyê di rewşeke baş de ne. Ew jî bi saya barîna baranê bû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pevçûn û êrişên di navbera Hizbullah û Îsraîlê li eniya başûrê Lubnanê de gurtir dibin. Herî dawî jî 2 êrişên hewayî li dijî herêma Xaziye ya li başûrê bajarê Seydayê û bakurê sînorê başûrê Lubnanê hatin pêkanîn. Vê jî hişt gelê Lubnanê ji encamên vê gurbûnê bi fikar be. (BI WÊNE)

Rêxistinên sivîl ên li Hesekê bi hevkariya Desteya Çandinî û Avdanê ya Cizîrê-Gerînendetiya Hawîrdor û Şaredariya Gel a Hesekê ji bo zêdekirina rûberên kesk li bajêr li bakurê pira Beyrûtî ya li kêlek pira nû ya li taxa Xiwêran hemleya çandina şitlan didin destpêkirin, saet 09:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hola civînan a Reqayê civîna salê ya 2023ˊyan li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Dibistanan a Tirbespiyê bi boneya 8ˊê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li dibistana Feysel şahiyekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a Çilaxa bi boneya 8ˊê Adarê li Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê semînerekê dide, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Til Temirê ya Kantona Cizîrê merasîma bîranîna 111 şehîdên di mehên Mijdar, Kanûn, Çile û Sibatê de şehîd bûne li hola mecelê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

PYDˊê di çarçoveya rêzeçalakiyên bi boneya 8ˊê Adarê de li bajarokê Xatûniyê civîneke girseyî li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Akademiya Civaka Demokratîk a Dirbêsiyê ya Cizîrê bi armanca aşkerakirina rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan li gundê Xenamiyê daxuyaniyekê dide, saet 14:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li hola Zana ya Qamişloyê malbata hunermendê nemirê Seîd Yûsiv merasîma bîranînê li dar dixe, saet 17:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)