’Rewşa çandiniyê ya îsal ji ya 3 salên dawî baştir e’

Pispor û cotkaran destnîşan kir ku rewşa çandiniyê ya îsal ji ya 3 salên dawîn baştir e.

26 sibat, 2024   06:17
QAMIŞLO
XALID ETÊ

Cotkarên berhemên zivistanê di vê demê de (dawiya meha Sibatê) zeviyên xwe derman û semad dikin. Ew jî piştî barîna baş a baranê ji destpêka Çileyê heta niha ye. Rêjeya herî zêde ya barîna baranê li navçeya Tibrespiyê ya kantona Cizîrê bi rêjeya 305 mm bû.

Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî Cizîrê û berava Firatê bi çandina genim, ceh, berhemên avî û bejî (kemûn, gijnîş û reşreşk) bi rûbera zêdetirî 9 mîlyon donim tê naskirin.

Endazyarê çandiniyê Azad Oso got: "Ev mewsim ji mewsima 2019-2020'an baştir e. Ew jî bi sedema barîna baş a baranê ye. Rast e ne li gor rêjeya salane bû lê di demên guncaw de hat."

Oso diyar kir ku tu nexweşî tune ne û hemû berhem di rewşên baş de ne.

BI HEJMARAN BERHEMÊN ZIVISTANÊ

Desteya Çandinî û Avdanê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amarê xwe diyar kir. Li gorî wê rûbera ku bi genim hatiye çandin 5 mîlyon û 662 hezar û 918 donim e. Ji wan 3 mîlyon û 810 hezar û 947 donim avî ye. Rûbera ku bi ceh hatiye çandin jî 900 hezar donim e, ji wan 250 hezar donim avî ye. Rûbera berhemên bêhnxweş ên avî 56 hezar û ya peqleyan 319 hezar donim e.

Cotkar Ezîz Ehmed ku 30 donim genimê bejî li gundê Girbawî yê başûrê Qamişlo çandiniye destnîşan kir ku mewsim baş e.

Li gorî nirxên sûkê, lêçûna semadkirin û dermankirina her donimekê nêzî 2 dolar û nîv e. Nirxê her tonek semd jî li gor cûreyê wî ji 400 dolar dest pê dike.

ŞÎRET Û PÊŞNIYARÎ

Der barê tedbîr û şîretan ji bo berhemên gemim û ceh de Oso got: "Pêwîstiya her du berheman bi avdanê heye. Her wiha pêwîst e ew bi semada azotî ya sar bên avdan. Ya baş ew e ku berhemên bejî jî bên semadkirin û giyayên zirar ji nav wê bên rakirin."

Oso diyar kir ku girîng e giyayên bizirar bên rakirin, ji ber ku ew avê ji berheman dibin û got: "Pêwîst e berhem di demên guncaw de li gorî pisporên çandiniyê û li gorî rewşa hewayê bên semadkirin."

(mh)