‘Berxwedana gel dê heta serkeftinê bidome’

Birîndarên Bendava Tişrînê diyar kir ku berxwedana gel dê serkeftinê bidome û got tevî birîna xwe jî ger were xwestin ew ê careke din berê xwe bidin Bendava Tişrînê.

‘Berxwedana gel dê heta serkeftinê bidome’
‘Berxwedana gel dê heta serkeftinê bidome’
‘Berxwedana gel dê heta serkeftinê bidome’
‘Berxwedana gel dê heta serkeftinê bidome’
‘Berxwedana gel dê heta serkeftinê bidome’
‘Berxwedana gel dê heta serkeftinê bidome’
‘Berxwedana gel dê heta serkeftinê bidome’
‘Berxwedana gel dê heta serkeftinê bidome’
25 sibat, 2025   03:55
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 8’ê Çileyê ve berxwedana xwe ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi vîneke xurt li Bendava Tişrînê didomîne.

Di 6`ê Sibatê ve karwanê çaremîn ê ji Kobanê bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketibû, lê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rastî êrişeke hovane hat û di encamê de 24 şênî birîndar bûn.

Yek ji birîndaran ê bi navê Hecî Şahîn Qulawazî (44) der barê birîndariya xwe de got: “Em çawa ku gihaştin bendavê, dewleta Tirk bi hovîtiya xwe bi balafirên şer êrişî me kir. Ez ji zikê xwe bi giranî birîndar bûm.”

Şahîn Qulewazî diyar kir ku wan çawa di 2024`an de çeteyên DAIŞ`ê li Kobanê têk birine, ew ê careke din dewleta Tirk jî têk bibin û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker tu carî nikare bi van êrişan vîna me lewaz bike. Çawa ku me di 2014`an de hebûna xwe li hember çeteyan îsbat kir, em ê careke din jî hebûna xwe li hember dewleta Tirk îsbat bikin. Yan em ê bi rûmet bijîn an jî bimirin. Me soz daye şehîdên xwe, em ê berxwedana xwe berdewam bikin heta kêliya dawiyê.”

Hecî Şahîn Qulewazî destnîşan kir ku ew amade ne têkoşîna xwe dewam bikin, tevî birîndariya xwe jî heke were xwestin, ew ê vegere bendava Tişrînê û bendavê ji êrişên dagirkeriyê biparêze.

‘BENDAVA TIŞRÎNÊ RÛMETA ME YE’

Kelîme Şewket (42) anî ziman ku wan ji bo parastina av û kehrebeya xwe berê xwe daye Bendava Tişrînê û wiha got: “Em wek gelê herêmê ji bo parastina av û axa xwe ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, me berê xwe da Bendavê. Bendava Tişrînê rûmeta me ye, em ê her tim rûmeta xwe biparêzin.”

Kelîmeyê got: “Dema ku karwanê Kobanê yê 4`emîn berê xwe da bendavê, ez jî çûm. Dema ku karwan gihaşt wir, em ji aliyê balafirên dewleta Tirk a dagirker ve hatin hedefgirtin. Dewleta Tirk dixwaze tirsê bixe dilê me, lê dilê me qewîn e, em tu carî ji êrişên dagirkeriyê natirsin.”

Kelîme Şewket da zanîn ku dema ku ew birindar bû, tu carî morala wê lewaz nebû û wiha domand: “Dema ku ez birîndar bûm min bi êşa birîna xwe hîs nekir, ji ber ku ez xwedî hêz û moral bûm. Tu carî morala min neşikest. Tevî birîndariya min jî ger were xwestin ez ê careke din biçim bendavê.”

‘GOVENDA AZADIYÊ LI HEMBERÎ ÊRIŞAN DIHAT GERANDIN’

Fatme Xelîl (39) jî bal kişand ser berxwedana li bendavê û got: “Berxwedana gel a li bendavê diyar kir dike ku ew gel xwedî hêz e, tu carî êrişên dagirkeriyê li pêşiya wî nabin asteng. Dema ku govenda azadiyê dihat gerandin, li hember êrişên dagirkeriyê dihat gerandin.”

Fatmeyê wiha pê de çû: “Dema ku gel govend digerand, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate hedefgirtin. Ez ji zik, dest û lingê xwe birîndar bûm, lê tu carî ez bi êşa birîndariya xwe nehesiyam, ji ber ku divê tu carî berxwedana me raneweste.”

Fatme Xelîl di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê her tim Bendava Tişrînê biparêzin û piştgiriya şervanên xwe bikin.

ANHA