ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-07-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-07-2026
25 tîrmeh, 2026   02:00

Endamê Polîtburoya YNK’ê Salar Mahmûd, da diyar kirin ku di vê pêvajoyê de mijara herî girîng, li ser pirsgirêkên hevpar, bi feraseta nîştîmanî eniyeke Kurdistanî ji bo her çar beşên Kurdistanê avakirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Nivîskar û derhêner Fatma Ehmed bi rêya şanoyê pirsgirêka zayendperestiyê tîne ser ziman û bale dikişîne ser rewşa jinan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li Çilaxayê zêdetirî 100 malbatan malên xwe ava kirine, lê ji ber ku navçeya wan bi fermî ne girêdayî bajar e, ew ji gelek xizmetên bingehîn mehrûm mane. Malbatan ji Şaredariya Çilaxayê daxwaz kir ku herêma wan bi bajar ve were girêdan û pêdiviyên bingehîn ên wekî av, elektrîk û rê bêne dabînkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li herêma Cizîrê ji ber lêçûna zêde, pirsgirêka avê û kêmbûna pêdiviyên çandiniyê cotkar nema pembû diçînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).