Rojnameyan li ser geşedanên li Sûriye, Erebistana Siûdî û Lubnanê nivîsîn

Rojnameyên erebî mijara berpirsiyariya hevbeş û lihevhatina neteweyî li Sûriyeyê, bandorên peymana nukleerî ya di navbera Erebistana Siûdî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de û girîngiya serdana Serokê Lubnanê Joseph Aoun bo Washingtonê nirxandin.

Rojnameyan li ser geşedanên li Sûriye, Erebistana Siûdî û Lubnanê nivîsîn
25 tîrmeh, 2026   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro mijarên siyasî û ewlehiyê yên di derbarê pêşketinên li Sûriyeyê, Lubnan û Erebistana Siûdî de nirxandin.

"BERPIRSIYARIYA KOLEKTÎF" LI SÛRIYEYÊ

Rojnameya El Erebî El Cedîd li ser têgeha "berpirsiyariya kolektîf" li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Baasê nivîsî.

Rojname diyar dike ku berawirdkirina di navbera rejîma Baasê û Nazîzmê de ne tenê analojiyek siyasî ye, lê ew berwardekirin li ser wekheviyên rêbazên tepeserkirin û îşkenceyê, bandora efserê Nazî Alois Brunner li ser dezgehên ewlehiyê yên Sûriyeyê û wekheviyên di hincetên ku ji hêla sûcdaran ve têne pêşkêş kirin hatiye kirin.

Rojname da zanîn ku bidestxistina edalet û hemwelatîbûna wekhev li Sûriyeyê hewceyî bi vê dîrokê re ye, ne paşguhkirina wê û bikaranîna ezmûna Almanya a lihevhatina dîrokî dikare bibe rêyek ji bo derbaskirina parçebûnê û avakirina siberojeke aramtir. BERNAMEYA NUKLEERÎ YA SIÛDÎ

Rojnameya El Şerq El Ewsat behsa peymana nukleerî ya di navbera Erebistana Siûdî û DYA`ê de kir û diyar kir ku ew berhema danûstandinên ku zêdetirî deh salan di rêveberiyên DYA`ê yên li pey hev de dom kirine ye û pabendbûna her du aliyan ji bo parastina hevkariya xwe ya stratejîk nîşan dide. 

Rojnameyê diyar ku Washington hevkariya bi Riyadê re tercîh kir da ku pêşî li wê bigire ku berê xwe bide hevkarên din ên wekî Çîn an Rûsyayê, di heman demê de rêveberiy Sûdiyê projeya nukleerî wekî beşek ji planên xwe yên ji bo cûrbecûrkirina çavkaniyên enerjiyê û piştgirîkirina pêşkeftin û lêkolînên zanistî di çarçoveya plana 2030 de dibîne.

 SERDANA AOUN BO WASHINGTONÊ... DI NAVBERA GEŞBÎNÎ Û REŞBÎNIYÊ DE

Rojnameya Lubnanî El Nahar nivîsî ku serdana Serokê Lubnanî Joseph Aoun bo Washingtonê nîşaneyên erênî hene, ku nîşan dide DYA`ê helwestên piştgirî dide, piştî ji nû ve destpêkirina geştên asmanî bo Lubnanê, ku ev yek baweriya bi rêya ku dewleta Lubnanê dişopîne nîşan dide.

Rojnameyê diyar kir ku serdanê piştgiriya navneteweyî û erebî ji bo Lubnanê, bi taybetî di derbarê yekdestiya dewletê li ser çekan û pêkanîna peymanên ewlehiyê de, xurt kir, di heman demê de piştgiriya berdewam a Kendavê ji nû ve piştrast kir.

Ji aliyekî din ve, rojnameyê destnîşan kir ku li kêleka vê geşbîniyê hin reşbîtnî jî hene li ser siberoja peymana di navbera Lubnan û Îsraîlê, ji ber nakokiya berdewam a li ser pêkanîna şertên vekişîna Îsraîlê û êrişên berdewam ên li ser başûr.

(k)

ANHA