ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-04-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-04-2026
25 nîsan, 2026   02:00

Êrişên li ser Çiyayê Qereçoxê yên sala 2017'an destpêka êrişên leşkerî yên dewleta Tirk ên li ser Rojava bû. Lê ruxmê van êrîşan jî ev 8 salan hewldanên Kurdan ji bo mîsogerkirina destkeftiyan di destûreke nû ya Sûriyeyê de didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li Çilaxa û Dêrikê welatiyên Sûriyeyê yên Kurd ku welatîbûna wan tune bû û nehatibûn qeydkirin, xwe li navendên sivîl qeyd kir. Zêdetirî 500 hezar kes ji welatîbûnê hatibûn mehrûmkirin.

Berdevkê taîfeya Durzî ya Siwêdayê diyar kir ku şêweya herî guncaw a rêveberiya Sûriyeyê pergaleke demokratîk a nenavendî, laîk û federal e da ku belavkirina desthilatê di nava pêkhateyan de garantî bike. BI WÊNE

Di Zanîngeha Humsê de çalakiyên “şîretkirinê” bûne sedema nerazîbûna xwendekaran. Xwendekar diyar dikin hewldan hene ku şêweyekî olî bidin sazûmaniya zanîngehê. BI WÊNE.

Li Sûriyeyê nexweşên sklerozê berê derman bê pere bi dest dixistin, lê niha derman pir kêm bûne, yên heyî jî biha ne. Nexweşan banga lezgîn li aliyên têkildar kir. BI WÊNE.

Şêniyên herêma Cizîrê 20 şehîdên êrişa li ser çiyayê Qereçocê yê gundewarê Dêrikê li cihê êrişê bi bîr tînin û merasîmek ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve tê lidarxistin. BI WÊNE Û DÎMEN.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê merasîma oxirkirina 6 şehîdan li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan li dar dixe (16.00). BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê bi boneya 128 saliya Roja Rojnamegeriya Kurdî, semînerekê bi navê "Rojnamegeriya Kurdî, cihê wê û rola wê di yekrêziya helwesta Kurdî li baxçeyê Xwendinê yê bajarê Hesekê organize dike. (19.00) BI WÊNE Û DÎMEN.