YPG'ê şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê di salvegera 9'an de şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn û diyar kir ku ji wê demê de tola şehîdan li erdê nema.

YPG'ê şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn
25 nîsan, 2026   08:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi boneya salvegera 9'emîn a êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser çiyayê Qereçoxê kir ku di encamê de 20 şervan û nûçegihanên şer şehîd bûn, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di qonaxa ku hêzên me yên parastinê li seranserî axa Sûriyeyê li dijî çeteyên DAIŞ'ê operasyonên rizgarkirinê pêk dianîn, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve Çiyayê Qereçoxê ango biryargeha YPG-YPJ, Navenda Ragihandina YPG, Navenda Radyo Rojava û gelek saziyên leşkerî bi balafirên şer ve di dîroka 25'ê Nîsana 2017'an, di saetên sibehê de hatin hedef girtin. Di vê êrişê de 3 endamên ragihandina YPG-YPJ jî di nav de 20 fermandar û şervanên di têkoşîna rizgariya Kurd û mirovahiyê de pêşengtî kirin û di têkbirina çeteyên DAIŞ'ê de rolên mezin pêk anîbûn gihaştin şehadetê. Her wiha 18 fermandar û şervan jî birîndar bûn.

Li seranserî şoreşa Sûriyeyê şoreşa Rojavayê Kurdistanê her tim bi êrişên ji derve bûye hedef. Ji komên çete yên El Nusra heta DAIŞ'ê têkoşîneke dijwar hatiye meşandin. Bi taybet ew rêxistina terorî ya DAIŞ'ê ku ji bo tevahiya cîhanê metirsiyeke mezin ava kiribû, di erdnigariya Iraq û Sûriyeyê de gelek deverên stratejîk bi dest xistibû û hemû mirovahiyê tehdîd dikir. Şervanên YPG-YPJ-QSD wekî mertalên li beramberî ev rêxistina terorî sekinî û di serî de li Kobanê di erdnigariya Rojavayê Kurdistanê de binkeftinê bi wan bide jiyîn. Ev wêrekî û fedekariya şervanên şoreşa Rojava gav bi gav li seranserî axa Sûriyeyê belav bû û ber bi paytexta xîlafeta DAIŞ'ê  Reqayê ve çûn. Di van qonaxên dîrokî ku çavê tevahî cîhanê li operasyona şervanên YPG-YPJ-QSD'ê ku bêtirs bi ser DAIŞ'ê de diçû, dewleta Tirk a dagirker li pêş çavê cîhanê êrişî navenda birêvebirina operasyonê bi xwe kir. Qereçox, ku biryargeha navendî ya YPG-YPJ, navenda Ragihandina YPG, Radyo Rojava û saziyên leşkerî bû, di serî de ji ber imhakirina navenda birêvebirina şerê li dijî DAIŞ'ê û tevahî xebatên ku vî şerî bi cîhanê dide nasîn hatin armanckirin. Bi zêdetirî 25 balafirên şer ên dewleta dagirker a Tirk  Çiyayê Qereçoxê hate bombebarankirin û hemû hêzên heyî rengê xwe yê li beramberî şerê li dijî DAIŞ'ê diyar kirin.

Di vê êrişê de her çiqas armanc têkbirina destkeftiyên şoreşa Rojava û rawestandina şerê li dijî DAIŞ'ê bû daku DAIŞ binkeftinê jiyan neke, lê hêzên YPG-YPJ-QSD û tevî saziyên hatine hedefgirtin hîn xurtir xebatên xwe domandin. Ew DAIŞ'ê ku ji mirovahiyê re xeteriya herî mezin bû, binkeftina wê wekî diyariyekî ji aliyê şervanên şoreşa Rojava ve ji mirovahiyê re hate dayîn. Di wê demê de jî tola şehîdan li erdê nema. Bi armanca parastina deskeftiyên şoreşê gav bi şûnde nehat avêtin, jiyana gelên me hate parastin û wê roja îro jî heman rengî gel û destkeftî dê werin parastin. Di çerçoveya parastina deskeftiyên şehîdên xwe de em ê bi armanca xwe ya jiyana azad û Sûriyekî demokratîk gav bi şûnde neavêjin.

Em şehîdên Qereçoxê bi bîr tînin, li beramberî ked û fedakariyên wan rêzdariya xwe nîşan didin û di kesayeta wan rêhevalên xwe de tevahî şehîdên şoreşê, bi soza pêkanîna xeyalên wan bi bîr tînin."

(bb)