ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-01-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-01-2024
24 ÇILE 2024   02:00

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yên Misirî bêdengiya Komkara Dewletên Ereban û hêzên navneteweyî li hember êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û bang li Ereban kir ku helwesteke xurt li dijî van êrişan nîşan bidin. (BI WÊNE)

Hevkarî û hevgirtina şêniyan bi Şaredariya Gel re, aloziyên di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de çêbûne, sivik kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dîroka şaristaniyê li ser esasê şikestin û binxistina jinan ava bûye. Tu nasname bi qasî jinan ji çanda bi serweriya mêran bi bandor nebûne û em vê rastiyê ji şahidên dîrokî heya roja îro dibînin. Vê çandê xwe di hemû şaneyên civakê de bi sazûman kiriye û her roj bi rêbazên cuda xwe ji nû ve ava dike. Wekî tê zanîn jin di dirêjahiya dîrokê de her tim bi rola rênima û çavkaniya çanda madî û manevî rabûne û nûnerên pêşketina civakê bûne, bi qasî mêran tesîra xwe daniye. (BI WÊNE)

Lêkolerê kar û barên siyasî û stratejîk Xelîl El Hilo destnîşan kir ku derketina şerekî di navbera Hizbullah û Îsraîlê de dûr e; ji ber ku rewşên hundir û derve aloziya di navbera herdu aliyan de kontrol dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger li Parka 19ˊê Tîrmehê ya li Kobanê bi boneya serkeftina berxwedana Kobanê şahiyekê li dar dixe, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA