ˊQaçaxçîtiya bi rêya sînorê Sûriyeyê gefan li ewlehiya neteweyî dixweˊ

Wezareta Karên Derve û Kar û Barên Penaberan a Urdinê got qaçaxçîtiya hişbir û çekan bi rêya sînorê Sûriyeyê ber bi Urdinê ve xeter e û gefan li ewlehiya neteweyî dixwe.

ˊQaçaxçîtiya bi rêya sînorê Sûriyeyê gefan li ewlehiya neteweyî dixweˊ
23 ÇILE 2024   21:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a Urdinê, berdevkê wezaretê Sufyan El Qudat got Urdinê di civînên komîteya hevbeş de agahiyên li ser navên qaçaxçiyan, aliyên li pişt wê disekinin, cihên çêkirina hişbirê, depokirin û xetên qaçaxçîtiyê dan hikumeta Şamê, lê tu tedbîreke rasteqîn ku vê xeteriyê têk bibe pêk nehatin, ji wê zêdetir hewldanên qaçaxçîtiyê zêde bûn. 

El Qudat diyar kir ku kiryarên qaçaxçîtiya hişbir û çekan ji Sûriyeyê ber bi Urdinê ve gefên yekser li dijî ewlehiya Urdinê dixwin û dê heta têkbirina wê bersivê bidin van kiryaran.

El Qudat destnîşan kir ku Urdin di hevkariya xwe bi hikumeta Şamê re ku van kiryarên qaçaxçîtiyê bi dawî bike, kirdar û piştgirên wê ceza bike dewam dike.

(fr)