ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-9-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-9-2025
22 îlon, 2025   02:00

Kesayetên eşîran li bajarê Hesekê diyar kirin ku pêkhateyên Sûriyeyê ji her demê zêdetir hewcedarî ne navendiyê ne û ew tekane riya beşdariya hemû kesî di biryara siyasî de ye. Her wiha gotin ku yekîtî û hevgirtina civakî ya xwe dispêre têkiliyên dîrokî riya parastina herêmê ji hemû aloziyan e. BI WÊNE Û DÎMEN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka îsal ve 3 hezar û 25 qezayên trafîkê çêbûne. Di encamê de 164 kesan jiyana xwe ji dest da û hezar û 580 kes jî birîndar bûn. Rêveberiya Giştî ya Trafîkê der barê mijarê de hişyarî da şêniyan. BI WÊNE Û DÎMEN

Komîna Film a Rojava çîroka ku rojnameger Nazim Daştan qala wê kiribû, bi navê “Heval Birako” kir film û diyarî bîranîna Nazim Daştan kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Malbatên gerîlayên şehîd xwestin pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê bi dawî bibe û hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin. Malbatên şehdan got: "Destkeftiyên me bi dest xistine berhemdên keda û têkoşîna wî ne." BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên gundên kantona Cizîrê yên nêzîkî sînorên dewleta Tirk a dagirker re, ji ber kiryarên artêşa Tirkiyê, nikarin zeviyên xwe biçînin û sewalên xwe biçêrînin. BI WÊNE Û DÎMEN

Pispora Têkiliyên Navneteweyî Dr. Ebîr Selman diyar kir ku eger hemû pêkhateyên Sûriyeyê tev li diyaloga neteweyî ya Sûriyeyê nebin diyalog nabe neteweyî got, paşguhkirin û dûrxistin çareseriyê peyda nakin.

Bi dirûşma “Hunera jinan nirxê civakê ye” Weqfa Jinên Azad a Sûriyeyê pêşangehek li navenda weqfê ya li taxa Hilaliye ya bajarê Qamişloyê li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star a bajarê Hesekê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Hesekê meşekê li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li kantona Cizîrê, panelek bi sernavê “azadî û sosyalîzm” li bajarê Hesekê li dar dixe (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Ragihandina Azad şehîd Seyîd Evran li parka Xwendinê ya Qamişloyê bi bîr tîne (17:00). BI WÊNE Û DÎMEN