Hêzên Iraqê serokê Meclisa Gel a Wargeha Mexmûrê girt

Hevserokê Meclisa Gel a Demokratîk ya Mexmûrê Ehmed Şehbaz û ajokarê bi navê Gabar Nas dema ji Silêmaniyê ji nexwexaneyê vedigeriyan li bendeke kontrolê ya Hewîce ji aliyê artêşa Iraqê ve hatine girtin û heta niha nehatine berdan.

Hêzên Iraqê serokê Meclisa Gel a Wargeha Mexmûrê girt
21 îlon, 2025   22:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Dema Hevserokê Meclisa Gel ya Demokratîk ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Ehmed Şehbaz ji bo tenduristiyê çûbû Silêmanî di vegerê de 18’ê Îlonê li gel ajokarê bi navê Gabar Nas li bendeke ya kontrolê ya li Hewîce ya artêşa Iraqê hate girtin û heta niha nehatine berdan.

Li gorî agahiyên hatin girtin, ti hincet nîne ku Hevserokê Meclisê û ajokar bên girtin, ev tenê nêzîkatiyeke kêfî ye.

Ev 4 roj e Hevserokê Meclisê û ajokar ji aliyê artêşa Iraqê ve hatine girtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ji 10’ê Nîsana îsal ve hikûmeta Iraqê ambargo û dorpêçeke tund daniye ser Mexmûrê û rê nade amûr û kelûpelên avahîsazî û binesaziyê bikevin wargehê. Dîsa gelek caran di rê de karkerên diçin bajarên Iraqê bê hincet tên girtin û bi rojan tên hebiskirin.

Beriya niha Şandeya Rêveberên Mexmûrê dema ji bo çareserkirina pirsgirêkên wargehê ji bo hevdîtina li gel rayedarên Iraqê Hevserokê Meclisa Gel ya Demokratîk ya Mexmûrê Ehmed Şehbaz û hevşaredar û endmê dîplomasiyê jî di nav de 14’ê Gulanê hatibû girtin û 37 rojan hatibûn hebiskirin.