Li Laziqiyê êrişên li dijî sivîlan berdewam in

2 rûgirtiyan li kalemêrekî da û bi amûreke tûj birîndar kirin. Dûre wan erebeya wî dizî.

Li Laziqiyê êrişên li dijî sivîlan berdewam in
21 îlon, 2025   21:52
NAVENA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku 2 rûgirtiyan li ser rêya Qesir a nêzî gundê Faya yê Laziqiyeyê, hewl dan erebeyekê bidizin, di wê demê de li xwediyê erebeyê ku kalemêr e dan, bi amûreke tûj birîndar kirin, erebeya wî dizîn û reviyan. 

SOHR`ê aşkera kir ku kalemêr di nexweşxaneyê de tê dermankirin, lê tu agahî der barê rewşa wî ya dawîn de nehatin bidestxistin.

Tevliheviya ewlehiyê li herêmên di bin kontrola Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê de, berdewam e ku di encamê de bûyerên bi vî rengî her rû didin.

(şx)