ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-12-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-12-2025
22 kanûn, 2025   02:00

Hat ragihandin ku saziyên girêdayî îstixbarata Tirkiyê, ku di bin navê konsulxaneya Tirkiyê ya li Helebê de dixebitin, akademîsyen û profesorên zanîngehê tînin ba xwe da ku ramanên çand, ziman û çanda Tirkî belav bikin. Ev yek bûye sedema girtina Beşa Wêjeya Farisî û vekirina Beşa Wêjeya Tirkî li Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Helebê.

Sekreterê Giştî yê Partiya El Weten a Sûriyeyê diyar kir ku demokrasî û nenavendîbûn bingeha Sûriyeya nû ye û got, "Sîstemek piralî û nenavendî rêya pêkanîna mafên hemû pêkhateyên civakê, parastina yekîtîya dewletê, û bidawîkirina kirîza li welêt e. "

Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Beşîra Cemaledîn, hişyarî da ku siberoja jinên Sûriyeyê di bin siya hikûmeta veguhêz û siyaseta wê ya dûrxistina jinan û sînordarkirina rola wan de, di xetereyê de ye. Beşîra diyar kir ku bêyî beşdariya jinan her pêvajoyek ji nû ve avakirinê dê krîzê girantir û kûrtir bike.

Di sala 2025’an de piştî hilweşîna rejîma Baasê, hikumetê ji bo xurtkirina kontrolê li Sûriyeyê hewlên xwe kirin ku ev yek bi paşguhkirina siyasî û bandorên civakî yên wekî zêdebûna tundî, tundrawiyê û cudabûna helwestên navneteweyî re hat.

Yekitiya Peymankaran a Qamişloyê konferansa xwe ya 4ˊemîn li hola Sînaa ya bajêr li dar dixe, 09.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya salane li avahiya desteyê ya Reqayê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêxistinên Civaka Demokratîk a kantona Reqayê kongreya Yekitiya Ajokaran a yekemîn li hola Meclisa Rêveber a kantonê ya li herêma Meamil li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a kantonên Tebqa û Efrîn-Şehbayê civîneke girseyî bi diruşma "Biratiya Ereb-Kurd" li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê li dar dixe, 10.00ˊan.

Mala Jinê ya bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li parka Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyaniyekê dide, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Jîngehê dest bi xebata çandina daran li parastgeha Çiyayê Kezwanan bi navê "Daristana Şehîd Ehmed Mihemed El Mihemed" dike, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Çalakiyên Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ya 11ˊemîn di roja xwe ya 3ˊyemîn de li Navenda HRRKˊê ya Qamişloyê didomin, 16.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN