Li Hesekê çirayên dara sersalê hatin vêxistin

Bi amadebûna pêkhateyên bajarê Hesekê dara sersalê ya 2026ˊan a li Qada Şehîdên Suryan hat vêxistin.

21 kanûn, 2025   23:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya hatina sersalê, çirayên dara sersalê ya sala 2026ˊan a li Qada Şehîdên Suryan a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê, bi amadebûna girseya pêkhateyên bajêr, endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Rêxistinên Civaka Sivîl, hatin vêxistin.

Çalakiya ronîkirina darê bi axaftina ji hêla hevserokê Yekitiya Ciwanên Suryan a Sûriyeyê Subhî Melekî ve hat destpêkirin. Melekî bajarê Hesekê bi "bajarê aştiyê" wesif kir.

Piştre Koma Înana govendên folklorîk ên çanda Suryanî li ber stranên Suryanî pêşkêş kirin.

(ac/fr)

ANHA