ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-11-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-11-2025
22 mijdar, 2025   02:00

Rêber Abdullah Ocalan di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de, ji hişmendiya mêran a desthilat re têgîna “qatilê kastîk” bi kar anî. Em ê di vê nûçeya xwe de bi kurtasî pênaseya vê têgînê bikin. BI WÊNE.

Jinên ji bajarê Sirînê diyar kir ku dixwazin Rêber Abdullah Ocalan bibînîn û got “Divê her kes ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo tê bikoşe.” BI WÊNE Û DÎMEN.

Parêzer û pisporekî hiqûqa navneteweyî Mihyedîn Lala li ser sedemên tevliheviya li herêmên hikumeta veguhêz, got desthilata nû li şûna li ser rewşa ewlehiyê bisekine, li ser xurtkirina hikumetê disekine. Her wiha got dadweriyeke serbixwe tune ye ku hesab ji sûcdaran bipirse. BI WÊNE Û DÎMEN.

Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Kantona Reqayê kargeha ziwakirina garisê zer xist xizmetê. BI WÊNE Û DÎMEN.

Kongra Star li bajarê Çilaxa dewreyeke pwerwerdeyê ji bo mêran vedike, li navenda Partiya Yekîtiya Demokraatîk PYD. 09.00. BI WÊNE Û DÎMEN.

Kongra Star,Meclisa jinan a Kongra Islama Demokratîk, Navenda jinelojiya û Rêxistina Sara, panelkê der barê Tundiya li ser Jinan li dar dixin. Li bexçeyê El Mişwar li bajarê Hesekê. 09.00. Bi heman armancê Partiya Kesk a Demokratîk paneklê li navenda xwe li bajarê Hesekê li dar dixe. 11.00. Hilala Zêrîn, Yekîtiya Rewşenbîran û Kongra Star li bajarê Hesekê çalekiyekê bi boneya Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan, li dar dixtin. 15.00. BI WÊNE Û DÎMEN.

Meclisa Malbatên Şehîdan li kantona Firatê bo şehîd Sadiq Kobanê Merasîma Xiyabî li bajarê Kobanê Saet 11.00 û ji bo şehîd Azad Gever li bajarê Sirînê saet 13.00, li dar dixe. BI WÊNE Û DÎMEN.

Li kantona Firanê 3 konferansên komînan tên lidarxistin, yek li gundê Saykol ê girêdayî bajarê Sirînê saet 11.00, yek li Navenda Çand û Huner ya bajarokê El Şiyûx saet 11.00 û yek li bajarokê Çelebiyê saet 11.00. BI WÊNE Û DÎMEN.

Li Zanîngha Rojava dê ji bo derçûna komek xwendekaran şahî were lidarxistin, li Parka Azadî li bajarê Qamişlo. 15.00. BI WÊNE Û DÎMEN.