Li Dêrazorê Hêzên Ewlekariya Hundirîn rastî êrişê hat

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku 2 xalên wan li gundewarê Dêrazorê rastî êrişa çekdarî hatin.

Li Dêrazorê Hêzên Ewlekariya Hundirîn rastî êrişê hat
21 mijdar, 2025   23:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekarya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku 2 xalên wan li gundewarê rojhilatê Dêrazorê rastî êrişa çekdarî hatin.

Di daxuyaniyê hat gotin ku 2 kesên bi motosîklê gule berdan bendeke kontrolê ya hêzên wan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li gundê Ebrîha.

Her wiha kesên nenas bombeyeke destan avêtin navenda hêzên wan a li bajarokê Zîban.

Di di her du êrişan de ti ziyan çênebûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku hêzên wan bersiva êrişê dan, êrişkar jî reiyan.

(k)