Rûspiyekî Serêkaniyê: Namzetên parlamentoyê nûnertiya me nakin

Rûspiyekî bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî da zanîn ku namzetên ku ji bo hilbijartinên parlamentoya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hatine diyarkirin, nûnertiya herêmê û şêniyên wê nakin.

Rûspiyekî Serêkaniyê: Namzetên parlamentoyê nûnertiya me nakin
21 cotmeh, 2025   23:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûspiyekî eşîrên bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî got ku hin komîteyan, komîteya şaxî ya berpirsê navên namzetan ji bo hilbijartinên parlamentoya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê pêşniyar dike, kontrol kir. Rûspî diyar kir ku, komîteyê şêniyên herêmê paşguh kir û navên temsîla herêmê nakin û ne ji bajêr in pêşkêş kirin.

Rûspî diyar kir ku ew ji ragihandina komîteyê ya pêşkêşkirina navên namzetan ku ji xelkê Serêkaniyê ne matmayî man. Rûspî aşkera kir ku ew nav ji ber alîgiriya wan a siyasî hatine destnîşankirin û vê yekê red dikin.

Rûspî hilbijartinên parlamentoyê rexne kir û diyar kir ku "hilbijartinên ne şefaf û adilane bû" û lîskek mezin di encamên wê de çêbû û hin kesan nav hilbijartin.

Der barê qonaxa heyî de, rûspî anî ziman ku ev qonax dişibihe ya rejîma berê û tiştekî wê jê cuda nîn e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku roja yekşema borî Komîteya Bilind a hilbijartinên parlamentoya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê biryara hejmar 77'an da û tê de navên namzetên daîreya bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî yên ji bo hilbijartina parlamentoyê, diyar kirin.

(mh/fr)