ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-01-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-01-2026
22 ÇILE, 2026   02:00

Şêniyên Til Temirê piştgiriya xwe ji bo banga seferberiya giştî ya ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatiye ragihandin, nîşan da û diyar kir ku ew axa xwe bernadin û dê li kêleka Hêzên Sûriyeya Demokratîk bin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Jiyan Hesen destnîşan kir ku hevgirtina gelê kantona Cizîrê tevliheviya di nava gelan de rawestandiye û got hemû pêkhateyên Sûriyeyê li kêleka hêzên xwe yên leşkerî û ewlekariyê sekinîne. Her wiha da zanîn ku gelê Cizîrê peyama xwe “yan serkeftin an serkeftin” daye. BI WÊNE Û DÎMEN

Ehmed Ban diyar kir ku bandora derketina girtîgeha DAIŞ’ê ya li bajarê Şedadê ji bin kontrola şervanên QSD’ê, sînorê Sûriyeyê derbas dike û metirsiyê li ser ewlehiya herêmê çêdike. Ban destnîşan kir ku rewşa li Sûriyeyê rû dide metirsiyê li ser ewlehiya neteweyî ya Iraqê jî çêdike. BI WÊNE Û DÎMEN

Ji destpêka Çileya 2026`an ve Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî yek ji pêlên herî xeternak ên aloziya leşkerî hat, li aliyekî hikumeta demkî rêzeagirbest û peymanên agirbestê îlna kirin, lê rastiya li ser erdê cuda bû ku bi êrişên berdewam ev peyman hemû hatin binpêkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Dêrikê karwanek şehîdên QSDˊê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik oxir dike, 10.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN