ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21- 3 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21- 3 – 2025
21 adar, 2025   02:00

Newroz ji bo Kurdan yek ji girîngtirîn cejnên neteweyî ye û her sal di 21’ê Adarê de tê pîrozkirin. Newroz ji cejneke kevneşopî wêdetir sembola nasnameya kurdî û têkoşîna li dijî zilmê ye. Tevî polîtîkayên nîjadperestî yên bi salan jî Kurdan karî vê cejnê biparêzin.

Şêniyên bajarê Amûdê diyar kir ku ji ber sûcên wê yên domdar ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, divê hesab ji dewleta Tirk a dagirker bê pirsîn. Şêniyan anî ziman ku komkujiya Kobanê îradeya gelê Kurd naşikîne.

Jinên ji bajarê Tirbespiyê diyar kir ku divê di destûra nû ya Sûriyeyê de mafên jinan werin parastin.

Rewşenbîrên ji kantona Tebqayê diyar kir ku ezmûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyeyê re. Rewşenbîran got rêveberiya nenavendî û beşdariya berfireh a gel faktorên mîsogerkirina demokasiyê li Sûriyeyê ne.

21’ê Adarê Cejna Newrozê ye, bi vê boneyê li gelek deverên li seranserî cîhanê, li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Helebê pîrozbahî tên lidarxistin, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN