ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-03-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-03-2026
21 adar, 2026   02:00

Jinên Kurd got “heyanî gelê Kurd nasnameya xwe biparêze, bi çanda xwe ve girêdayî be û ji bo azadiyê tê bikoşe dê agirê Newrozê geş be” û daxwaz kir ku dîlgirtiyên şer werin berdan. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarên Tirbespiyê û Çilaxayê bi boneya cejna Remezanê hêviyên xwe anîn ziman û diyar kir ku ew bi hêvî ne ku îsal bibe sala hezkirin, aramî, aştî û yekitiya pêkhateyan. BI WÊNE Û DÎMEN

Rewşenbîrên ji Girkê Legê ji bo parastina ewlehî û destkeftiyên Rojava banga avakirina civakeke hevgirtî kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Çalakvan û nivîskar Elî Emîn Siwêd diyar kir ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê mijara dîlgirtî û windayan wek kaxezeke siyasî ya zextê bi kar tîne.

Şêniyên bajarên Amûdê, Girkê Legê, Dêrik û Kobanê yên Rojava Newroza 2026ˊan pîroz dikin, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN