Li Binarê Qendîlê bi meşaleyan koreografiya nexşeya Kurdistanê hat çêkirin

Bi beşdariya hezaran kesan, li gundê Enzê yê Binarê Qendîlê, di rêze çalakiyên şeva Newrozê de, ciwanên welatparêz û jinên têkoşer bi meşaleyan koreografiya nexşeya Kurdistanê çêkirin.

Li Binarê Qendîlê bi meşaleyan koreografiya nexşeya Kurdistanê hat çêkirin
20 adar, 2026   22:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi beşdariya hezaran kesên ji her çar parçeyên Kurdistanê, li gundê Enzê yê li Herêmên Parastina Medyayê, di rêze çalakiyên Newroza sala 2726 a Kurdî de, ciwanên welatparêz û jinên şoreşger bi meşaleyên agir koreografiya nexşeya Kurdistana mezin çêkirin.

Piştî çêkirina koreografiya nexşeya Kurdistanê, pîrozbahiyên şeva Newrozê destpê kirin. Nîştecihên deverên cuda yên Başûrê Kurdistanê û deverên din ên Kurdistanê beşdarî pîrozbahiyê bûn. Biryar e sibe piştî nîvro pîrozbahiya mezin ya Cejna Newroza Binarê Qendîlê bi were lidarxistin.