ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20- 5 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20- 5 – 2025
20 gulan, 2025   02:00

Siyasetmedar û çalakvanên li Hesekê diyar kir ku divê rayedarên Tirk bersivê bidin banga Rêber Abdullah Ocalan û got aştiya rastîn bêyî azadiya wî ya fîzîkî, reformên bingehîn ên destûrî û berdana girtiyan ne pêkan e. BI WÊNE Û DÎMEN

Siyasetmedaran diyar kir ku pêdiviya Sûriyeyê bi pergaleke demokratîk heye ku daxwazên gel di hemû waran de pêk bîne. Siyasetmedaran ezmûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk wek sîstemeke demokratîk a Sûriyeya nû nirxand. BI WÊNE Û DÎMEN

Serokê DYA’yê cezayên li ser Sûriyeyê rakirin. Aborînas di wê baweriy de ne ku ev pêşkeftin dikare alîkariya geşepêdana aboriya Sûriyeyê bike lê di asta naxweyî, herêmî û navneteweyî de pirsgirêkên girîng hene. BI WÊNE

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Reqayê tomarkirina xwendekarên serbest û asayî,  ku ezmûnên bawernameyên navîn û amadehî pêşkêş bikin, berdewam dike û hemwextî wê navendên ezmûnan bi hemû pêdiviyên wan hatin amadekirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi nêzîkbûna mewsima çinîna dexlûdanan û peqleyan re, xwediyên patozan li Til Temirê dest bi xebatên çaksazkirina patozên xwe kir. Hemwextî wê ji ber kêmbûna rêjeya baranê û qutkirina ava çemê Xabûr ji aliyê dewleta Tirk ve cotkar zehmetiyên mezin dikişînin. BI WÊNE Û DÎMEN

Avaniyên desthilatê yên hiyerarşîk ên ku gelên Rojhilata Navîn ji dema derketina sîstema şaristaniya navendî û vir ve pê re rû bi rû ne, êdî ketine pêvajoyekê ku divê were derbaskirin. Netewedewletên ku di sedsala dawîn de ava bûne, bi derbeyên leşkerî re veguherîne dîktatoriyên ku hev dixwin. BI WÊNE

Navenda Firatê ya Lêkolînan komxebata "Yekrêziya Kurdî: Rêbazên xurtkirin û asoyên siberojê" li hola Parka Azadî ya bajarê Qamişloyê li dar dixe, (08:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Hemleya paqijî û hişyariya ekolojiyê ya ku Meclisa Bajarê Hesekê bi hevkariya Şaredariya Gel a bajêr re daye destpêkirin, ku hefteyekê taxek were hedefgirtin, didome, (09:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberiya Giştî ya Gumrikê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê merasîma derçûna dewreya Zabitên Gumrikê ya bi navê Şehîd Ronîza Mihemed li avahiya xwe ya li kantona Reqayê li dar dixe, (09:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Ol û Baweriyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi navê "Bawerî û Welat: hevkariya ji bo aştî û edaletê li Sûriyeya nû" komxebateke diyalogê li hola Zanîngeha Rojava ya Qamişloyê li dar dixe, (09:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê Qamişloyê, li pêş mala şervanê QSD’ê şehîd Mihdî Mihê ya li taxa Zeytûne, sersaxiyê dide malbata wî, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Mamosteyan li bajarê Hesekê bi boneya Roja Zimanê Kurdî li hola Serdemê şahiyekê li dar dixe, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

PYD’ê ji bo şîrovekirina pêşdeçûnên siyasî yên dawî li Sûriyeyê, her wiha ji bo ravekirina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û kongreya 12’emîn a PKK’ê civînek berfireh li Hesekê organîze dike, di civînê de nûnerên ji bajarên Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temirê û bajarên din ên kantona Cizîrê amade dibin, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya Roja Mêşên Hinguv a Cîhanê Komîteya Mêşvanan a Komeleya Keziyên Kesk foruma 1’emîn a meşvanan li Hesekê li dar dixe, (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo binpêkirin û sûcên çeteyên DAIŞ’ê li avahiya desteyê mûzexaneyekê vedike, (20:00). BI WÊNE Û DÎMEN